Dewleta Tirk êrîşî Şêledizê kir: Kesekê jiyana xwe ji dest da

Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer êrîşî Şêledizê kir. Di encama êrîşê de welatiyê bi navê Huseyîn Haydar Steyî jiyana xwe ji dest da.

Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer êrîşî Şêledizê kir. Di encama êrîşê de welatiyê bi navê Huseyîn Haydar Steyî ê ji Rekanê jiyana xwe ji dest da.

Hate hînbûn ku îro danê nîvro di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser geliyê Rêkanî yê Şêledizê de welatiyê bi navê Huseyîn Haydar Steyî yê bi nasnav Huseyîn Rêkanî şehîd bûye.

Cenazeyê Huseyîn Rêkanî di saetên êvarê de hat definkirin. Rekanî derengiya şevê di nava bêdengiyê de hate definkirin.

Welatî dibêjin, hêzên PDK'ê bi aweyek lezgîn xwest cenaze were definkirin ku nebe sedema xwepêşandan û nerazîbûnan.