Dewleta Tirk dixwaze herêma Bradostê bê mirov bihêle!

Zêdebûna êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina herêma Bradostê, bandoreke neyînî li jiyana sivîlên li herêmê dike. Artêşa Tirk dixwaze herêmê ji mirovan xalî bike.

Herêma Xakurkê û Bradostê di navbera Tirkiye-Îran-Iraqê de ye, lewma cihekî stratejîk e. Ji ber ku artêşa Tirk a dagirker dixwaze êrîşên xwe yên dagirkeriyê zêde bike, li vê herêmê şerekî giran diqewime.

Artêşa Tirk ji aliyekî ve leşker û teknîka xwe ya leşkerî li ser xeta sînor zêde dike, li aliyê din jî hewl dide li ser girên li nava Başûrê Kurdistanê bi cih bibe û qereqolan lê çêbike. Vê hewldanê di pratîkê de rê li ber herêmeke tampon vekiriye. Li van herdu herêmên paralelî hev, yekîneyên taybet ên veşartî kemînan datînin. Ji ber ku li ser rêya zevî, bexçe û zozanên gundiyan e, gundî jî dikevin van kemînan. Bi ti awayî destûr nayê dayin ku gundî xwe bigihîne vê herêmê.

ÇAVKANIYA DEBARÊ DIÇIKÎNIN

Tevî êrîşên bi obus û hawanan, bi balafirên şer bomberdûman li Başûrê Kurdistanê tê kirin. Ev êrîş herî zêde bandorê li gundiyên Bradostê dikin. Li herêma Bradostê jiyan tevizî ye. Ji dema zivistanê û vir ve ji be rêrîşên artêşa Tirk a dagirker li herêma Bradostê gelek sivîl birîndar bûn û ji ber êrîşên bi obus, hawan û balafirên şer, xisareke mezin a madî rû da. Bi dehan heywan telef bûn û zerareke mezin li zeviyên gundiyan hat. Bi vî rengî derb li karên çandinî û sewalkariyê hate xistin ku çavkaniya yekane ya debara gelê herêmê ye.

CERDEVANÎ Û SÎXÛRÎ LI GUNDIYAN TÊN FERZKIRIN

Li ser gundiyan vê carê jî sîxurî û cerdevanî tê ferzkirin. Gelê herêmê yê ji ber operasyonan aciz e, dibe hedefa zextên artêşa Tirk a dagirker ji bo li dijî gerîlayên HPG û YJA Starê şer bike. Sewqiyata zêde ya li ser sînor û liv û tevgera yekîneyên veşartî yên li herêmê gel dixe nava tirs û fikaran.

EM Ê CIH Û WARÊ XWE NETERIKÎNIN

Gundiyên Bermize, Yeşime, Lêlîkan, Kolit û gundên li derdorê bi bîr dixînin ku xisar li malên wan bûne û zerareke mezin a madî rû daye. Gundî destnîşan dikin ku armanc ji êrîşên dagirkeriyê ew e ku gelê Kurd ji herêma Bradostê derxînin û dibêjin, wê cih û warê xwe neterikînin û serî li ber polîtîkayên koçberkirin û terbiyekirina bi birçîbûnê netewînin.

BARZANÎ Û PDK BÊDENG IN

Artêşa Tirk a dagirker ku bi bomberdûmana bi balafirên şer, obus û hawanan êrîş dibe ser cih û warê sivîlan, dixwaze herêma Bradostê bê Kurd bihêle. Êrîşên dagirkeriyê 14'ê Kanûna 2017'an dest pê kirin û 11'ê Adara 2018'an jî derbasî qonaxeke nû bûn. Barzanî û PDK hîn jî li pêşberî êrîşan bêdeng in. Fermandarên gerîla jî dibêjin, êrîşên dagirkeriyê bêyî Barzanî û PDK'ê nikarin bên kirin. Gundiyên herêma Bradostê jî gerîla piştrast dikin û dibêjin, Barzanî û PDK bi dewleta Tirk re li hev kirine û wê deriyê sînor ê Hecî begê were vekirin.