'Dewleta Tirk di asta qirkirinê de êriş dike; divê nerazîbûn zêde bibe'

Rêveberê Kar û Barên Şehîd û Enfalbûyan ên Kerkûkê Xelîl Rehîm diyar kir ku êrişên dewleta Tirk di asta qirkirinê de li dijî gelê Kurd dewam dike û got, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî divê nerazîbûn zêdetir bibe.

Demeke ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker li ser hêzên gerîlayên azadiya Kurdistanê li Avaşîn, Zap û Metîna di rojevê de ye, li gorî daxuyaniya HPG’ê di 6 mehên bihorî de artêşa Tirk a dagirker herî kêm 323 caran li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê çekên kîmyewî bikar aniye.

Bikar anîna çekên kîmyewî li gor peymana navneteweyî wek sûcê li dijî mirovatî û sûcê şer tê hesibandin û gelê Kurd di sedsala bihorî de berdewam bûye qurbaniyê wan çekan. Di cîhanê de Kurd yek ji qurbaniyên sereke ên çekên kîmyewî ye.

Beriya niha ango zêdetirî 30 sal berê rejîma Sedam Hisên bombebarana kîmyewî li ser gelê Kurd pêkanî û karesateke mezin ji bo gelê Kurd bi xwe re anî. Piştî wê dîsa careke din Başûrê Kurdistanê bûye armanca çekên kîmyewî yên artêşa Tirk a dagirker. Li hemberî van sûcan her du hikumetên Herêm û Iraqê bêdeng mane.

Di derbarê bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker a li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê û bandorên vê çekê li ser herêm û şêniyên wê, her wiha bêdengiya hikumeta Herêmê û Iraqê li hemberî binpêkirina serweriya Iraqê ya ji aliyê artêşa Tirk, Rêveberê Kar û Barên Şehîd û Enfalbûyan ên Kerkûkê Xelîl Rehîm ji ANF’ê re nirxand.

'PÊWÎSTE NERAZÎBÛN ZÊDETIR BIBIN, TIRKIYE HEWL DIDE GELÊ KURD QIR BIKE'

Xelîl Rehîm bal kişande ser bikaranîna çekên kîmyewî yên artêşa Tirk li hemberî gerîlayên azadiyê bikar tîne û got, “Pêwîste asta nerazîbûnan zêdetir bibin, ji ber ku her ku diçe dewleta Tirk dijminatiya xwe ya li hemberî gelê Kurd zêdetir dike ku ji bilî qirkirina vî gelî ti sedemekê xwe nîne.”

'JI BER BERJEWENDIYÊN HERÊMÎ Û NAVDEWLETÎ SÛCÊN LI HEMBERÎ GELÊ ME TÊN NIXUMANDIN'

Rehîm di dewama nirxandinên xwe de îşaret bi bêdengiya civaka navnetewî ya li hemberî êrîşên kîmyaewî û jenosîda li ser gelê Kurd kir û wiha pêde çû: “Ne tenê raya giştî ya navnetewî, dijminên vî gelî ewqasê bi wêrekî û rihet nêzîk dibin ku eger me perçe bikin jî ku heta niha di asta komkujî û sûcan de di nava hewldanê de ye, em nikarîn raya nevxweyî ya mala Kurdî jî çêbikin. Sedemên wê diyar in û her kes jî dizanin ku çi berê û çi jî niha me nekariye û nikarin jî civaka navndewletî bêxin tevgerê, dibe ku berjewendiyên herêmî û navdewletî bixwaze ku sûcên li dijî vî gelî binuximînin.”

'JI BO BÊDENGKIRINA IRAQÊ LI HEMBERÎ ÊRIŞAN, TRIKIYE BI RÊYA AVÊ ZEXTAN DIKE'

Her wiha Rehîm bal kişande ser sedemên bêdengbûna Iraqê ya li hemberî êriş û hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û diyarkir: “Hikumeta Federal a Iraqê di vê rewşê de xwedî berpirsiyartiya parastina serwerî û yekparetiya xaka Iraqê ye ku ew jî ji ber berjevendiyên xwe û tirsa ji şerê avê yê ku Tirkiye timî wek zextekê bikar aniya, bêdeng e.”

'HEYA GELÊ KURD PERÇE Û NE YEKBÛYÎ BE WÊ NEKARIBE CIVAKA NAVNETEWÎ JÎ BIXE TEVGERÊ'

Rêveberê Kar û Barên Şehîd û Enfalbûyan ên Kerkûkê Xelîl Rehîm behsa girîngiya yekîtiya Kurdan kir û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Heya ku civaka Kurdî perçe perçe be û amade nebe ku li hev bicive û di çarçoveya kongreyekî netewî û giştî de hev negire û hewldan û helwestên xwe neke yek, wê nekaribe ji bo ti pirgirêkekî civaka navnetewî bixe tevgerê.”