Dewleta Tirk cenazeyê Yilmaz rehîn girtiye

Cenazeyê Mucahît Yilmaz ku li Amedê dema polîsan bi ser malê de girtin, qetil kirin, ev 28 roj in nadin malbatê.

Polîsên Tirk 21'ê Tîrmehê li Amedê, li navçeya Baxlarê, li ser Kolana Karacadgê bi ser bînahiyekê de girtin û Mucahît Yilmaz (27) ku li qada sêyan dima qetil kirin. Ev 28 roj in dewleta Tirk cenaze rehîn girtiye û cenaze nadin malbatê.

Piştî ku polîsên Tirk ciwanê bi navê Mucahît Yilmaz qetil kir, Wezareta Karê Navxwe ya Tirk li terora polîsan xwedî derket û li ser Mucahît Yilmaz got, ''ji qada bejahiyê hatiye, endamê rêxistinê ye ku hatiye li bajêr xebatan bike.''

'DOZGER LI IZNÊ YE'

Malbata Yilmaz ji bo ku cenaze bistîne 22'yê Tîrmehê hate Amedê û serî li Dozgeriya Komarê ya Amedê da. Bavê Yilmaz, Abdulkadir Yilmaz li morga Nexweşxaneya Amedê ya Gazî Yaşargîl a Perwerde û Lêkolînê û cenazeyê kurê xwe teşhîs kir. Malbata Yilmaz ji bo ku cenaze bistînin dîsa serî li dozgeriyê dan lê dozgeriyê vê carê ji bo teşhîsa DNA'yê mînaka xwînê xwest.

Malbatê 22'yê Tîrmehê mînaka xwînê da lê dîsa jî cenaze nedana malbatê. Herî dawî ji malbatê re hate gotin dozger li iznê ye û encama teşhîsa DNA'yê neqediyaye. Malbat li ser vê vegeriya Qoserê.

BI SEDAN CENAZE REHÎN KIRINE

Nexasim dema êrîşên qirker cenazeyên bi sedan kesî nedan û li goristana bêkesan a Mêrdîn, Riha, Erzerom, Dîlok, Amed û Semsûrê têne hiştin. Li Meletî 170 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin, nadin malbatan.

Her wiha bi hinceta testa DNA'yê 267 cenazeyên ku 19'ê Kanûna 2017'an ji Goristana Xerzanê ya gundê Oleka Jor a Bedlîsê hatin derxistin, 265 jê li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê têne sekinandin.