Dewleta Tirk bombe li gundên Amediyê barand

Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li gelek gundên navçeya Amediyê ya bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê barand.

Li gorî agahiyan, gundên Sigêrê, Guherzêpan û Nihêlê yên Amediyê, bi balafirên şer ên Tirk hatin bombekirin.

Li ser encamên êrişan agahî bi dest neketin.

CIH Û WARÊN SIVÎLAN BI RÊK Û PÊK TÊNE BOMBEKIRIN

Dewleta Tirk bi rêk û pêk bombeyan li cih û warê sivîlan ên li Başûrê Kurdistanê dibarîne. Ji sala derbasbûyî û vir ve bi dehan gund ji ber êrişên dewleta Tirk bi zorê hatine valakirin. Ji ber êrişan gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Desteya Parastina Hawirdorê ya Herêma Kurdistana Federe 9'ê Çileyê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku dewleta Tirk a dagirker zerar daye zêdeyî milyonek donim zeviyan.

Rêxistina Aştiyê ya Xiristiyan (CPT) jî di rapora meha Hezîranê ya 2021'ê de ragihandibû ku di nava pênc salên derbasbûyî de di êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê de herî kêm 103 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 148 gund hatin valakirin û gefa valakirinê li 500 gundan tê xwarin.