Dewleta Tirk bi her cûreyî çekên kîmyewî bi kar tîne, OPCW bêdeng e

Dewleta Tirk van sê mehên dawî her cûre gaz û çekên kîmyewî bi kar tîne ku ji aliyê mirovahiyê ve hatine qedexekirin. Saziyên mîna OPCW jî xwe ker, kor û lal dikin.

Artêşa Tirk di 14'ê Nîsana 2022'an de li ser qadên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi taybetî jî li ser Zapê dest bi êrîşeke nû ya dagirkeriyê kir. Li hemberî van êrîşan ku li herêmên Metîna û Avaşînê jî hatin kirin, gerîlayên HPG û YJA Starê bi taktîkên cuda yên şer, li tunelên şer xeteke bêhema ya berxwedanê danîn.

Artêşa Tirk kuk ji ber çalakiyên ji nişka ve yên gerîla nekarî xwe nêzî tunelên şer bike, di şerê sê mehên dawî de ji ber bêdengiya raya giştî ya cîhanê û saziyênnavneteweyî careke din dest bi rê û rêbazên qirêj kir. Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û hawanan, her roj bombe û roketên ji gazên kîmyewî li tunelên şer dibarîne.

Çavkaniyên li herêmê diyar kirin ku artêşa Tirk bi taybetî li ser qadên Çiyareş, Şikefta Birîndara, Şehîd Şahîn, Werxelê û Kurojahro gazên kîmyewî bi kar tîne. Êrîşên bi gazên kîmyewî bêguman ne tenê li dijî hêzên gerîla her wiha xisareke mezin li cografya Kurdistanê dike ku bandora vê yekê dikare bi dehan salan dewam bike.

DI ŞERÊ DAWÎ DE KÎJAN CÛREYÊN KÎMYEWÎ HATIN BIKARANÎN?

Artêşa Tirk ku li hemberî berxwedana dîrokî ya hêzên gerîla yên li çeper û tunelên şer bêçare maye, ji salên derbasbûyî cudatir di şerê îsal de gelek cûreyên çekên kîmyewî bi kar anî. Ev gazên ku piştî teqînê bêhna dermanê kincşuştinê û klorê jê tên, hin ji wan bi rengê spî ne, hinek jî bir engê gewr e. Her wiha Bêhna deterjanê (tûrsîl) jê tên.

Li qada berxwedanê ya Şehîd Şahîn ku artêşa Tirk du mehan hewl da dagir bike û lê bi cih bibe, li hemberî çeperên şer ên li Girê Şehîd Berxwedan kîmyasala ku ji yên din cudatir bi kar anî. Li vê çeperê, komek ji gerîlayên bi fermandariya Bager Gever û Avzem Çiya 47 rojan li dijî her cûre teknîka şer bi rengekî bêeman li ber xwe dan.

Gerîlayê HPG'ê Bager Gever (Erkan Dara) beriya ku di çepera şer a Şehîd Berxwedan de 2'ê Hezîrana 2022'an tevî sê hevalên xwe şehîd bikeve, li ser rêbazên nû yên şerê qirêj ên artêşa dagirker ev agahî bi rêya cîhaza ragihandinê dabû: "Heta niha gelek caran çekên kîmyewî bi kar anîn û ev gaz jî bi tunelan ve dizeliqin. Dema ku tevdigere ji nû ve çalak dibin. Ev gaz bi pro û kincên hevalên me ve dizeliqin. Me ev rewş belge kir."

GAZÊN ZER Û BÊBÊHN

Bi dîmenên ku li heman çeperê hatin kişandin û 25'ê Hezîrana 2022'an li ANF'ê hate weşandin, bikaranîna çekên kîmyewî careke din hate ispatkirin. Di dîmen de, gerîlayekî ku maskeya li dijî gazê li ser rûyê wî bû, kîmyasala ji tozê spî û reş nîşan da û anî ziman ku bêhneke gelekî giran jê tê. Heman gerîla diyar kir ku ev gaz yekser dikeve qirika mirovan, mirovan bênefes dihêle. Her wiha ji bandora gazê dîwarên tunelê jî reş bûn.

Madeyên kîmyewî û gazên qedexekirî yên artêşa Tirk li hemberî tunelên şer bi kar tîne, piştî bi rojan jî dikarin çalak bibin û mirovan bikujin. Di dîmen de ku il çepera şer a Şehîd Berxwedan hate kişandin, gerîlayekî anî ziman ku dema ba tê, hingî gaza ji tozê ji nû ve bi hewa dikeve û bi bandor dibe. Li gorî gotinên gerîla, tevî gaza îsotê her wiha gazeke kîmyewî ya bi rengê zer jî hate bikaranîn. Ev gaza ku bêhn jê nayê, mirovan bêhal dike.

DÎMENÊN DI TRT'Ê DE HATIN WEŞANDIN, VEGOTINAN PIŞTRAST DIKIN

Sala 2004'an TRT1'ê dokûmanterek li ser 'yekîneya antî terorê' ya artêşa Tirk weşand û tê de hate dîtin ku bikaranîna bombeya çavan dişewitîne ji aliyê leşkerên Tirk ve tê ceribandin. Di dîmen de tê dîtin ku bombeya îmhaker destpêkê diavêjin nava şikeftê, piştre jî bombeya çavan dişewitîne diavêjin û dûyê zer jê tê. Pisporan sala 2011'an ev dîmen lêkolîn kirin û diyar kirin ku ev dû ji bombeyên kîmyewî bilind dibe û dewleta Tirk xwest ku daxuyaniyê bide.

Ev gazên ku dema têne bikaranîn dûyê ji rengê sor û zer jê tê, ji aliyê polîsan ve di bûyerên civakî de li dijî xwepêşandêran tê bikaranîn. Lê belê Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî diyar dike ku ev gaz dema li cihekî girtî bê bikaranîn dikare kujer be, lewma qedexe kiriye ku di nava şert û mercên leşkerî de bê bikaranîn. Tevî van dîmenên ku di TRT'ê de hatin weşandin jî OPCW'ê li hemberî artêşa Tirk dest bi ti lêkolîn û lêpirsînê nekir.

DI NAVA 2 MEHAN DE 778 CARAN ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR ANÎN

Navenda Ragihandin û ÇapemeniYê ya HPG'ê ku bîlançoya şer a navbera 14'ê Nîsanê û 14'ê Hezîranê eşkere kir, ragihand ku artêşa Tirk 779 caran çekên kîmyewî û teqemenî bi kar aniye û bi dehan carî sûcên şer kiriye. Di meha destpêkê ya şer de herî kêm 13 gerîlayên HPG û YJA Starê bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Ji van gerîlayan 8 jê li Çiyayê Reş, 5 jê li Kurojahro şehîd bûn.

Çavkaniyên HPG'ê û nûçegihanên ANF'ê yên li herêmê diyar kirin ku hefteyên dawî artêşa Tirk timî çarçoveya êrişa dagirkeriyê fireh dike û hîn bêhtir çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne. Li gorî vê yekê di navbera 15'ê Hezîranê û 5'ê Tîrmeha 2022'an de di 20 rojên şer de artêşa Tirk herî kêm 162 caran çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anî.

BÎLANÇOYA ÇEKÊN KÎMYEWÎ YÊN 20 ROJÊN DAWÎ

Vaye agahiyên berfireh ên vê bîlançoya 20 rojên dawî ku artêşa Tirk a dagirker li hemberî tunelên berxwedanê yên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar anî:

15'Ê HEZÎRANÊ: Li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî, gerîlayên HPG'ê dest li artêşa dagirker werdan ku hewl dida xwe nêzî tunelên şer ên li Şehîd Zemanî bike. Dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin. Piştre jî bi çekên kîmyewî yên bi rengê gewr û bi bêhan deterjanê (tûrsîl) bombe li tunelên şer barandin.

16'Ê HEZÎRANÊ: Li Qada Berxwedanê ya Werxelê, yekîneyên artêşa dagirker agir li ber tunelên şer dadan û 4 caran gazên kîmyewî bi kar anîn.

20'Ê HEZÎRANÊ: Tunelên şer ên li Şehîd Hêjar ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî 5 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

21'Ê HEZÎRANÊ: Tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê 5 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Heman rojê tunelên şer ên li Girê Şehîd Çekdar bûn hedefa êrişên bi çekên kîmyewî.

24’Ê HEZÎRANÊ: Tunelên şer ên li Şehîd Çekdar, Şehîd Yildiz û Şehîd Yûnûs ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 13 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hate bomberdûmankirin. Di heman rojê de qadên Şikefta Birîndara û Karkerê yên li Zapê 13 caran bi çekên kîmyewî, Qada Berxwedanê ya Werxelê jî 4 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hate bombekirin.

25’Ê HEZÎRANÊ: Tunelên şer ên li Şehîd Yûnûs a Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 12 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hate bombekirin.

25, 26’Ê HEZÎRANÊ: Qadên Berxwedanê yên Şehîd Berxwedan û Şikefta Birîndara di du rojan de 24 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hate bombekirin.

28’Ê HEZÎRANÊ: Tunelên şer ên li Qada Girê Cûdî, Karker û Şikefta Birîndara 7 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hate bombekirin.

30’Ê HEZÎRANÊ: Tunelên şer ên Girê Şehîd Rêber a li Qada Berxwedanê ya Karkerê 3 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hate bombekirin.

1’Ê TÎRMEHÊ: Tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, Girê FM û Girê Cûdî 11 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hate bombekirin. Bêhna klor û hîdroklorîk asîtê ji çekên kîmyewî dihat. 

2’Ê TÎRMEHÊ: Tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Kokerê, Şikefta Birîndara, Werxelê, Girê Hekarî û Girê Cûdî 17 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hate bombekirin.

3’Ê TÎRMEHÊ: Artêşa Tirk Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Şikefta Birîndara, Karker û Kokerê 21 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombe kir. Hêzên gerîla tespît kirin ku rengê madddeyeke kîmyewî spî ye.

4’Ê TÎRMEHÊ: Artêşa Tirk nekarî ji êrîşan encamê bistîne û tevgera xwe ya dagirker ber bi xeta Girê Amêdiyê ya li rojavayê Zapê berfirehtir dike. Artêşa Tirk li hemberî çeper û tunelên şer gelek çekên kîmyewî bi kar anî. Artêşa Tirk 22 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan êrîşî çeperên şer ên Girê Hekarî, Girê Cûdî, Şikefta Birîndara, Şehîd Umîd û Kokerê kir. HPG’ê tespîr kir ku van êrîşan de 6 çekên kîmyewî hatine bikaranîn.

‘LI SER NAVÊ NATOYÊ DIBÊJIN ‘ÎTÎRAZÎ ÊRÎŞÊN KÎMYEWÎ NEKIN’

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) a ku Tirkiye ji sala 1997’an û vir ve endamê wê ye, ligel ku HPG daxuyaniyê dide ku çekên kîmyewî tê bikaranîn û sazî û dezgehên Kurdan bang dikin jî, OPCW bêdeng e. ANF’ê bi rêya e-maîlê pirsa ‘Hûn ê li hemberî Tirkiyeyê lêkolînê bidin destpêkirin an na’ ji navenda çapemeniyê ya OPCWê ya ku li bajarê Laheya Hollandayê û ji nûnertiyên OPCW’ê yên li Îngîlîzistan, Fransa û Elmanyayê re şand. Bersiva pirsê nehate dayîn. 

Gelê Kurd û dostên xwe li pêşiya navenda OPCW’ê di mehên Gulan û Hezîranê de çalakî li dar xistibûn lê dîsa jî OPCW’ê tu daxuyanî nedabû. Peywirdarên OPCW’ê hewldanên heyetê yên ji bo hevdîtinê asteng kiribûn û dosyeya li ser çekên kîmyewî jî qebûl nekiribûn. Di wê dosyeyê de derbarê bikaranîna çekên kîmyewî belge û îspatên şênber hebû. 

Li gorî Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan qada navneteweyî bi taybetî jî sedema ku welatên rojava li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng in, sedema vetokirina endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ye ku Tirkiyeyê kiribû. Di 20’ê Hezîrana 2022’an de Karayilan xîtabî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê kiribû û gotibû “Dewleta Tirk faşîst û kujer, li ser navê NATO’yê derdikeve pêşberî gelê Kurd. Ji bo ku li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî îtîraz neyê kirin, dewleta Tirk vetokirina endamtiya Swêd û Fînlandiyeyê bi kar tîne. Armanca wan a yekemîn ev e, ya duyemîn jî rakirina ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê ye. Dixwazin van her du xwestekan bi dest bixin.”