Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê li Silêmaniyeyê hate şehîdxistin

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût bi nasnav Şukrî Serhed ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hatibû bajarê Silêmaniyê, di encama êrişeke çekdarî de ya ku tê texmînkirin ji aliyê MÎT a Tirk ve pêk hatiye de şehîd bû.

Dewleta Tirk a dagirker ku ji her alî ve êrîşî Kurdan û nirxên wan dike, piştî ku duh li Silêmaniyê welatiyekî penaber ê ji Bakurê Kurdistanê gulebaran kir, îro jî dîsa li Silêmaniyê şoreşgerek Kurd Yasîn Bulut kir hedef.

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hatibû bajarê Silêmaniyê, bû hedefa guleyên dagirkeran.

Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) îro serê sibehê saet derdora 09.00’an li taxa Çarçira dema li ser rê dimeşiya, ji aliyê kes an jî kesan ve hat gulebarankirin. Di encama gulebaranê de Şukrî Serhet şehîd bû.

Piştî êrîşê hêzên polîsan hatin cihê bûyerê û cenazeyê Ş. Şukrî Serhed birin Saziya Tiba Edlî.

Hat gotin ku ku êrîş ji aliyê MÎT’a dewleta Tirk a dagirker ve hatiye pêkanîn.

Yasîn Bulut kî ye?

Yasîn Bulut di sala 1957’an de li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk dibe, sal 1978’an tevgera PKK’ê nas dike û tevlî dibe. Di dema darbeya leşkerî ya 12’yê Îlona 1980’yan a li Tirkiyeyê de tê girtin û li zindana Amadê dimîne. Yasîn Bulut li vir tevî pêşeng û kadroyên PKK’ê dijî pêkanînên hovane yên dewleta Tirk a dagirker, berxwedanek dîrokî nîşan dide û serî natewîne. Di sala 1991’an de ji girtîgehê derdikeve û berê xwe dide çiyayên azad ên Kurdistanê. Yasîn Bulut ev 15 sal bûn di nava Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê de kar dimeşand.