Dewleta Tirk a dagirker dîsa di rojeke pîroz a Êzidiyan de êriş kir

Dewleta Tirk a dagirker ku doh bi şev bi balafiran êriş bir ser Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê, bombardûmana herî giran li Şengalê kir. Bi zêdeyî 4 saetan bi dehan qadên Şengalê bombe kir. Xelkê Şengalê wê li Xanesorê li ber êrişan rabin.

Şevê din dewleta Tirk a dagirker li dijî Şengal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê êrişeke berfireh a hewayî pêk anî. Êrîşa di saet 22.00’yê şevê de destpê kir heya derengê şevê dewam kir. Li gorî agahiyan nêzî çar saet û nîv êrişê dewam kir.

Êrîşa ku destpêkê li dijî Çiyayê Şengalê û qûntara Çiyê destpê kir, Mîna Amûd û Çilmêran bi dijwarî hatin bombebarakirin. Her wiha ji Geliyê Kersê heya Barê û Kora Simoqiyan herêmeke berfireh dan ber xwe. Di saetê dereng ên şevê de seytereya Mûşterek ya Foca

Êrîş saet 22:00’an de destpê kir û gelek balefirên şer tevlî van êrîşan bûn. Di van êrîşan de bi taybet Çiyayê Şengalê û qûntara çiyê hedef hate girtin. Di êrîşan de cihên stratejîk ên Çiyayê Şengalê yên mîna Amûd û Çilmêran bi giranî hatin bombebarankirin. Her wiha ji Geliyê Kersê heya 80’yê ya hêzên Heşdî Şebî  jî hate bombebaran kirin.

Bi awayeke zelal hejmara êrîşên hewayî yên bi balafirên şer û bi balafirên bêmirov ên biçek hatin kirin nayê zanîn, lê têgotin bi dehan cih hatine bombekirin.

Li gorî agahiyên ku peyamnêrên me ji herêmê dane dibe ku di saetên pêş de Fermandariya Giştî ya YBŞ-YJŞ’ê têkildarî encama êrîşan daxuyaniyeke nivîskî biweşîne.

Îro cejna Çileya Zivistanê ya Civaka Êzidî ye û xelkê herêmê ji doh ve amadekarî ji bo îro kiribûn. Lê mîna gelek caran dewleta Tirk a dagirker careke din di rojeke pîroz a Êzidiyan de êriş kir.

Piştî êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Hesekê û hewldana revandina DAÎŞ'iyan Serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî, çûbû ser sînorê navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê û di vegerê de jî bi Sefîrê Tirk Alî Riza Gûney re rûniştibû. Lê naveroka hevdîtinê û sedema hevdîtinê ne hatibû eşkere kirin

Piştî plana DAÎŞ'ê û Tirkiyeyê li Rojava têk çûn, herkes êrişên şeva borî weke rakirina tola DAÎŞ'ê û têkçûna plana hevpar a Tirkiye-DAÎŞ'ê nirxand.

Her wiha tevî hemû şertên dijwar jî doh Komîteya Navendî ya PKK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku wan bi beşdariya hemû endamên komîteyê û rêveberiya partiyê civîna salane lidarxistine û plansaziya têkoşînê ya sala nû derxistine. Her wiha hatibû ragihandin ku wan di civînê de gelek biryarên girîng wergirtine.

Wê li ser bangawaziya Meclîsa Gel a Şengalê di saet 11.00’an de gel li seytereya Mûşterek a Xanesorê ku şevê din bûbû hedefa balafirên Tirk kom bibe û êrişên şevê din ên dijî Şengal, Mexmûr û Rojava were şermezarkirin.