Dewleta Tirk 4 mehên dawî 7 jê zarok 30 sivîl qetil kir -NÛ BÛ

Dewleta Tirk ji bo dagirkeriyê êrişê dibe ser Rojava û Başûrê Kurdsitanê, bi qetilkirina sivîlan hewl dide ku qadên dagirkirî zêde bike. Mehên dawî herî kêm 30 sivîl hatin qetilkirin ku herî kêm 7 ji wan zarok in.

Dewleta Tirk di qetilkirina Kurdan de sînoran nas nake. Artêşa dagirker ku derbê ji gerîla dixwe, dema dawî li bajarên Rojava yên li ser sînor, li bajarên Silêmaniye, Duhok û Silêmaniyeyê, li Mexmûr û Şengalê yên Başûrê Kurdistanê bi taybetî êrişê dibe ser sivîlan. Ji ber bombardûmana ku bi balafirên şer û balafirên bêmirov ên biçek hatin kirin, bi dehan sivîl hatin kuştin, bi dehan jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk ku êrişên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê zêde kir, sala 2018'an Efrîn û navçeyên wê, sala 2019'an jî Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Rêveberiya Xweser a di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ye û li qadên sivîlan bênavber dewam dikin. Ji herêmên dagirkirî jî her roj agahiyên li ser destavêtin, kuştin, revandina mirovan, desteserkirin û êşkenceyê tên. Li gorî agahiyên ku endama Kongreya Star a Kantona Efrînê Şîrîn Hesen dan; meha Tebaxê li Efrînê 15 jê jin 196 kes hatin revandin. Aqûbeta 35 malbatên di hedefa artêşa Tirk û çeteyên wê de ne, nayê zanîn.

Beşeke din a Kurdistanê ku konsepta dagirkirin û desteserkirinê li gel êrişên hewayî û bejahî di meriyetê de ye, Başûrê Kurdistanê ye. Dewleta Tirk sala 2017'an li herêma Xakurkê, Hezîrana 2020'î de jî li herêma Heftanînê dest bi êrişek ji bo dagirkirinê kir. Li beşek Xakurkê 3 sal in li gel dagirkeriyê şer dewam dike. Ji havîna 2020'î ve berxwedaneke dîrokî ya gerîla heye, ku bi navê 'Cenga Heftranînê' cihê xwe di dîroka berxwedana Kurdan de girt.

Destpêka vê salê di 10'ê Sibatê de li qada Garê ya di bin kontrola gerîla de ye bi piştgiriya hewayê êrişek ji bo dagirkeriyê dest pê kir. Êrişên dagirkeriyê yên li ser Garê 13'ê Sibatê bi berxwedana gerîla bêencam hate hiştin.

Bi piştgiriya PDK'ê di şeva 23-24'ê Nîsanê de artêşa Tirk li Metîna, Zap û Avaşînê dest bi êrişê kir ku hîn jî dewam dike. PKK'ê jî li dijî van êrişan dest bi pêvajoyeke nû ya berxwedana gerîla kir. HPG'ê di vê çarçoveyê de bi navê Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê dest bi pêngavan kir û li Avaşîn, Zap, Metîna, Heftanîn û Xakurkê dest bi berxwedanê kir.

Li gel piştgiriya ku ji hêzên navneteweyî, herêmî û PDK'ê werdigire ji niha ve diyar e ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê bêencam mane.

BÎLANÇOYA ŞER A ÇAR MEHAN

Li gorî daneyên ku HPG bi rêk û pêk bi raya giştî re parve dike, di nava çar mehan de (24'ê Nîsanê-23'ê Tebaxê) 579 leşkerên Tirk hatin kuştin, bi sedan leşker jî birîndar bûn.

Gerîlayan di nava vê demê de 458 carî açalkî kir. Li dijî çeperên şer û tunelên berxwedanê yên gerîla li gel êrişên bêhejmar ên hewayî her wiha 132 caran çekên kîmyewî û bi jehr hatin bikaranîn. Ev êriş hîn jî dewam dikin. Di van êrişan û şer de 70 gerîla şehîd bûn.

Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar di civînekê de ku êrişên dagirkeriyê dinirxand, li gel balafir, helîkopter, balafirên bêmirov ên bêçek û biçek, roket, tank û topan digot, 'helîkopter nikarin xwe deynin' û bi vê gotinê rewşa ku tê de ne raxist pêş çavan.

Dewleta Tirk ji bo xwe ji vê rewşa xitimandî rizgar bike, ku ne li benda rewşeke wiha bû, dest bi bombekirina bajar, navçe, gund, zozanên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê kir. Êrişî sivîlan dike, agir berdide qadên daristanî û çandiniyê.

MEHÊN HEZÎRAN Û TEBAXÊ KOMKUJIYA LI SER SIVÎLAN ZÊDE BÛ

Li gorî rapora hezîrana 2021'ê ya Navenda Çavdêriya Leşkerî ya QSD'ê; dewleta Tirk li herêmên dagirkirî meha Hezîranê 13 caran êriş kir ku gelek kes hatin qetilkirin.

Di êrişên ser qadên sivîlan ên li herêmên di kontrola QSD'ê de ne 16 sivîl ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin, bi dehan sivîl birîndar bûn. Tenê meha Tebaxê li Zirgan, Til Temir, li ser rêya Elî Fero, li Eyn Îsa û Minbicê 11 sivîl ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin.

Di êrişên ser Başûrê Kurdistanê de jî zarok jî di nav de 14 sivîl hatin kuştin, 13 kes jî birîndar bûn.

Ji 24'ê Nîsana 2021'ê heta 31'ê Tebaxa 2021'ê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qadên sivîl û encamên wê wiha ne:

20'ê Gulanê çar gerîlayên ji tedawiyê vedigeriyan Dilgeş Serhad (Mehmet Emîn Alkaş), Zagros Glort (Selahattîn Dede), Dara Bêrîtan (Babek Ebdiselendecî) û Firat Şoreş (Anter Firat) li nêzî gundê Mangişkê yê Duhokê di êrişa hewayî de şehîd hatin xistin.

24'ê Gulanê di êrişa hewayî de ya li ser gundê Dêşişê yê Kanîmasî kesek bi giranî birîndar bû.

26'ê Gulanê li navçeya Derkar a Zaxoyê, Hesen Mûhsîn û Alî Mûhsîn ên ku birayê hev in û şivantî dikirin, di êrişa hewayî de bi giranî birîndar bûn.,

Di topbarana dewleta Tirk a ji qereqolên li ser sînor de li gundê Hirorê yê Kanîmasî Remezan Elî birîndar bû. Di êrişeke din a hewayî de jî kesek birîndar bû.

Şeva 4'ê Hezîranê li gundê Kilûtê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê di topbaranê de zarok Zeynep Hisên Îbrahîm hate qetilkirin.

5'ê Hezîranê li Metînayê di bombardûmana li ser konvoya leşkerî ya hêzên PDK'ê de PDK'iyên bi navê Hejar Sûbhî Amedî (35), Îmad Marûd (36), Qaid Reşîd Kelekçî (35), Karwan Tofiq Dinarteyî (34) û Nezwar Abdulrahaman (44) jiyana xwe ji dest dan, 4 jî birîndar bûn.

9'ê Hezîranê li Serkênaniyê Ehmed El Xezel hate qetilkirin.

13'ê Hezîranê li herêma Pişdêr a Silêmaniyeyê di bombardûmana li ser wesayiteke sivîl de Ebûbekir Howfiq, Ebas Îbrahîm Mehmûd jî di nav de çar kes hatin qetilkirin.

19'ê Hezîranê li Şarbajêr a Silêmaniyayê di êrişa li ser wesayitekê de gerîlayên Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Ekîn û Adar şehîd bûn.

21'ê Hezîranê leşkerên Tirk kolberê ji Makû Ezîz Mihemedzade yê 20 salî li ser sînor qetil kir.

Artêşa Tirk 4'ê Tebaxê li gundê Sefawiyê yê Eyn Îsayê bi tankan êriş bir ser mala Zêdan Xelef El Îsa. Di êrişê de bav Zêdan Xelef El Îsa (54) û zarokên wî Ziyad (12), Mûne û Hûda hatin qetilkirin.

13'ê Tebaxê di bombardûmana balafirên şer de ya li ser gundê Dêşişê yê Kanîmasî Îbrahîm Hesen hate qetilkirin.

16'ê Tebaxê li navenda Şengalê balafirên bêmirov ên biçek êriş bir ser wesayiteke li sûka kevn. Di êrişê de Fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Seîd Hesen û şervanê YBŞ'ê Îsa Xwedêda şehîd bûn. Medya Qasim Simo, Şamir Abbas Berces, Mîrza Alî jî birîndar bûn.

17'ê Tebaxê vê carê li gundê Sikêniyê yê nêzî Çiyayê Şengalê dewleta Tirk bi balafirên şer bombe li nexweşxaneyê barandin. Di encama bombardûmanê de 4 şervanên YBŞ'ê û 4 kedkarên tenduristiyê şehîd bûn, 4 kes jî birîndar bûn.

17'ê Tebaxê li bejahiya Til Temir, Zirganê di êrişan de zarokek û jinek hatin qetilkirin.

19'ê Tebaxê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Elî Fero li wesayita ji fermandarên QSD'ê Rênas Roj xist, fermandarê QSD'ê şehîd bû.

Artêşa Tirk a dagirker heman rojê di êrişê de çar endamên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê endama Konseya YPJ'ê û endama QSD'ê Sosin Bîrhat, Egîd Girkê Legê, Rûbar hesekê û Seyfûllah Ehmed şehîd bûn, sê şervan jî birîndar bûn.

22'ê Tebaxê li pêşiya Mala Birîndaran a li Qamişloyê dewleta Tirk li wesayitekê xist û 2 kes birîndar kir.

22'ê Tebaxê leşkerên Tirk li ser sînorê Dirbêsiyê Hemadî Ebîd El Hisên qetil kir, êşkence li Mihemed Letîf El Ezawî kir.

22'ê Tebaxê li gundê Bankê yê navçeya Batûfa ya Duhokê balafirên şer li wesayiteke sivîl xist, di encamê de tûrîstên ji Mûsilê Ehmed Şakir (40) û Yûsif Umer (26) qetil kir.

26'ê Tebaxê li navçeya Şêrawa ya Efrînê Elî Mihemed Hemreşo ji ber ku pê li mayinên çeteyên dewleta Tirk a dagirker kir, jiyana xwe ji dest da.

Balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk êvara 30'ê Tebaxê bombe li kampa Êzidiyan a Qadiya ya li bajarê Zaxoyê barand. Di bombardûmanê de zarokekek keç a 12 salî û pitikek yek mehî jiyana xwe ji dest dan, du zarokên 4 û 9 salî û Hesen Îbrahîm birîndar bûn.

Çavkanî:
ANF
ANHA
Rojnews