Pêşî daristan şewitand, piştre dest bi operasyonê kir

Artêşa Tirk ku li 24 gund û gundikên Beldîsê dest bi operasyonê kir, beriya operasyonê bi hezaran donim qada daristanî li Bedlîs û navçeyên wê şewitand.

Yek ji herêmên ku leşkerên Tirk bi zanebûn daristanê lê dişewitîne, Bedlîs e. Nêzî 90 ji sedî yê daristana li vê herêmê hatiye şewitandin an jî bi birîna daran hatiye talankirin. Herî dawî di 6'ê Îlonê de artêşa Tirk beriya destpêkirina operasyona leşkerî qadeke ji hezaran donimî ya daristanê şewitandin.

Bi taybetî daristana herêma Sehî di hedefa dewleta Tirk de ye. Herêma Sehî bi zeviyên xwe yên birincê navdar bû. Ji ber şewata daristanan a bi destê leşkeran hate kirin, ji ber qedexe û operasyonên leşkerî êdî birinc li herêmê nayê çandin. Tevî daristana li Sehîd her wiha li herêmên Xîzan, Motkî û Tetwanê jî her sal daristan tên şewitandin. Qadên daristanî yên li derdora qereqol û kalekolan, dibin hedefa leşkeran. Leşkerên Tirk her wiha beriya raighandina herêmên qedexekirî û destpêkirina operasyonan, agir berdidin daristanê.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, artêşa Tirk ku di 6'ê Îlonê de li 24 gund û gundikên herêmê derketina derve qedexe kir û dest bi operasyonê kir, beriya destpêkirina operasyonê qadeke ji hezaran donimî ya daristanî şewitand. Di 31'ê Tebaxê de qada daristanî ya navbera gundên Doşkaya û Ortakapi yên Bedlîsê ji ber vê yekê hatin şewitandin.