Destgîrkirina kesên li Amedê hate dirêjkirin

Bu cara sêyemîn dema destgîrkirina endamê Meclîsa DBB’ê Ridvan Ezer û endamê PM’ê yê HDP’ê Mesûd Bagcik û 14 kesên navên wan nehate zanîn ku li Amedê 9 roj in li Şaxa TEM’ê tê ragirtin hate dirêjkirin.

Di serdegirtinên li ser 8 taxan ên  8’ê Kanûnê ya li navçeyên Peyîzava, Rezan û Çinar ên Amedê ku ji aliyê fermandariya Amedê ve hate kirin ji 24 kesan 21 kes bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin. Di heman lêpirsînê de endamê Meclîsa DBB’ê ya şaredariya Amedê Ridvan Ezer, endamê Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mesût Bagcik û 14 kesên navên wan nehatin zanîn 13’ê Kanûnê hatin destgîrkirin.

16 kesên 9 rojin li Şaxa TEM’ê ya Midûryeta Emniyetê ya Amedê tê ragirtin, bû cara sêyan jî hate dirêjkirin.

Li aliyê din du endamên Ciwanên HDP’î Mesût Agirtaş û Yilmaz Ûzûn jî du roj in destgîrkirî ne. Parêzerê bi ciwanên HDP’î re hevdîtin kir, li ser destgîrkirina muwekîlên wan ti agahiyek bi wan re parve nekiriye.