Desteya Rêveber a Şengalê: Heta Xweseriya Şengalê wê têkoşîn dewam bike

Desteya Rêveber a Şengalê bi daxuyaniyekê encamên civîna xwe ya asayî eşkere kir û destnîşan kir ku heta misogerkirina Xweseriya Şengalê wê têkoşîna xwe dewam bikin.

Desteya Rêveber a Şengalê encamên civîna xwe ya 16'ê Nîsanê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Li gorî encamnameyê, di civînê de rewşa li Rojhilata Navîn, guhertinên rojane, şer û têkiliyên berjewendiyan ên li herêmê û bandora van li ser Şengalê bi berfirehî hate nirxandin.

Di civînê de işaret bi lihevkirina rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê hate kirin û hate ragihandin ku civaka Êzidî ji 9'ê Cotmeha 2020'î û vir ve bi helwesta xwe nîşanda ku ew vê lihevkirinê bi ti awayî qebûl nakin.

Di encamnameyê de hate gotin, "Gelê Êzidî ev yek ispat kir ku her kes divê fêhm bike, ku ti hêz ji hêza gel mezintir nîne."

Berxwedana xelkê Şengalê ya li dijî gef û êrişên dema derbasbûyî hate bibîrxistin û hate gotin, "Di serî de banga oldarên me, meş, mîtîngên gel, meclîs, sazî, serokeşîr, civaka ereb, hêza me ya leşkerî; bi kurtasî her kes bi sekneke berxwedêr tevgeriya. Em vê sekna yekhelwest pîroz dikin û weke bingehê tifaqa civaka xwe dibînin."

Desteya Rêveber destnîşan kir ku kengî û çawa gef li civaka wan bê xwarin, helwesta wan wê di heman astê de bilind be û wê civaka xwe bê pişt û bê parastin nehêlin.

Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku konê berxwedanê yê li ber Asayîşa Êzidxanê 138 roj in dewam dike û hate gotin, "Di serî de dayik û ciwan, gelê me kedeke mezin dan. Ev pêvajo hinekî aram bûye, lê bi dawî nebûye. Em ê nobeda li ber Asayîşa Êzidxanê bidin rawestandin, lê wê kon li cihê xwe bimîne. Dema were xwestin, em ê dîsa nobeda xwe dewam bikin."

Desteya Rêveber a Şengalê di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku heta misogerkirina Xweseriya Şengalê û azadkirina jiyana gelê xwe, wê her tim têbikoşin.