Desteserkirina şaredariyê li Qoserê hate şermezarkirin

Desteserkirina Şaredariya Qoserê ya HDP'ê ji aliyê parlamenter û şêniyên navçeyê ve hate şermezarkirin.

Çalakiyên li navçeya Qoserê ya Mêrdînê yên li dijî talankeriya qeyûm didomin. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay û Hevşaredar Nîlufer Elîk Yilmaz jî di nav de gelek kes li qada azadiyê li hev kom bûn û xwestin daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihînin. Lê belê polîsên ku herêm dorpêç kirin bi hinceta "qedexeya" ji aliyê walîtî ve hatiye ragihandin, li pêşiya daxuyaniyê bûn asteng.

Ji ber vê yekê daxuyanî li ber avahiya partiyê hate ragihandin.

Gunay destnîşan kir ku êrîşên li dijî partiya wan çiqasî bên girankirin jî ew li ser piyane û wê têkoşîna xwe her bidomînin.

Gunay anî ziman ku qeyûm tê wateya talanê û destnîşan kir ku tayînkirina karmendekî dewletê li şaredariyê ne rewa ye.