‘Destê dirêj’ ê rejîma Erdogan xwe gihand Îspanyayê

Nivîskar Dogan Akhanli yê ku ji bo betlaneyê çû Îspanyayê li ser daxwaza Înterpolê hate binçavkirin. Hat diyarkirin ku Akhanli li ser daxwaza rejîma Erdogan hatiye girtin.

Vê sibehê polîsan avêtin ser otêla ku nivîskar û parêzvanê mafên mirovan Dogan Akhanli lê dimîne û Akhanli binçav kirin. Rayedarên Îspanyol ragihandin ku Akhanli yê ku 25 sal in li Koln a Elmanyayê dijî, Înterpol bi bultena sor li pey wî bûye.

Endamê kluba PEN’a navneteweyî Akhanli di sala 2010’an de dema çûbû Tirkiyeyê hatibû binçavkirin û 2 salan di girtîgehê de mabû.

Bi îdîaya ku di sala 1989’an de beşdarî şêlandina buroya dovîzê bûye, di sala 2013’an de doz li Akhanli hatibû vekirin. Piştre jî bi daxwaza cezayê “girankirî yê heta hetayî” dîsa doz hatibû vekirin.