Dersim: Gelê Rojava wê destketiyên xwe biparêze

Endama komîteya Navendî ya PKK'ê Hemrîn Dersim bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê û got, "Gelê Rojava wê destketiyên xwe û xwe li dijî dewleta Tirk biparêze."

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hemrîn Dersim gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Rojavayê Kurdistanê nirxand.

Dersim bal kişand ser Şerê Sêyemîn ê Dinyayê û got, "Berê digotin wê Şerê Cîhanê ê Sêyemîn wê wekî şerekî psikolojîk be. Tenê wê bi karekterê çandî biqewime. Lê belê di van salên dawî de pir baş xuya bû ku mile xwe yê leşkerî zêdetir diqewime. Li her qadê îro şerekî dijwar tê meşandin. Ji bo Rojava jî bi taybetî mirov dikare vê bide diyarkirin. Lewra em dibêjin di nav Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de gelê Kurd û hêza Kurd dînamîk in. Dikarin bi roleke stratejîk tevbigerin. Hêzên Rojavayê Kurdistanê hene bi têkoşîn û berxwedaneke mezin destketî afirandin. Dewleta Tirk bi destê DAÎŞ'ê êrîşî van destketiyan dike û bi vî şêweyî dixwaze bi rengekî topyekûn çar parçeyên Kurdistanê dagir bike."

'YEKÎTIYA GELAN WÊ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK TÊK BIBE'

Hemrîn Dersim destnîşan kir, êrîş û gefên dewleta Tirk mafekî rewa nînin, li dijî qanûnên navneteweyî ne û got, "Dewleta Tirk ji bo dagirkeriya xwe ya li Kurdistanê PKK'ê dike hincet, lê belê rastî bi vî rengî nîne. Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê di çarçoveya bername û projeyeke demdirêj de tên kirin. Dixwazin xaka Kurdistanê bi her rengî dagir bikin. Di vê çarçoveyê de tevdigerin."

Hemrîn Dersim diyar kir, jiyana bi hev re ya pêkhatên li Rojavayê Kurdistanê, yekîtî û hevgirtina wan nîşan dide ku êrîş çiqasî li Rojavayê Kurdistanê werin kirin jî wê bên têkbirin û got, "Li gorî me, eger gel hemû bibin yek, bibin yek deng û yek bersiv wê ev dagirkerî têk biçe. Lewma divê gelên me ji xwe piştrast bin. Divê em ti carî xwe nespêrin kesî. Rewşa ku li Efrînê qewimî bila xwe dubare neke. Rêber Apo jî dibêje hêza herî mezin, hêza gel e. Gelê me heke ji hêza xwe bawer bibe, kesek nikare li hember hêza gelê me derbikeve. Ev jî çi ye? Divê xwe rêxistin bike. Divê yek bibe, projeya ku Rêber Apo ji bo Rojavayê Kurdistanê destnîşan kiriye divê em di wê çarçoveyê de nêzîk bibin. Lewra gelê me bi erzanî nehatiye vê astê. Me bi hezaaran şehîd dane. Divê em helwesteke erzan raber nekin. Wahşeta ku dijmin li hember me dike bê bedel em nikarin bişkînin ev rastiyeke. Lewra bi rastî jî em gelekî wihane ku me pir bedelên mezin dane û hê jî didin. Gelekî ku bindest be, gelekî ku azadîxwaz be û ji bo armancên xwe têbikoşe, bêguman wê bedela jî bide."

Hemrîn Dersim anî ziman, pergala ku gelê li Rojavayê Kurdistanê ava kiriye, hevsengiya ku din ava hemû pêkhateyên li Rojavayê Kurdistanê de hatiye ava kirin, wê êrîşên dagirkeriyê vala derbixe.

Hemrîn Dersim got, "Tenê bila gelê me ji xwe bawer be. Em divê qeneetê de ne ku eger gelê me bi vî rengî tevbigere, wê dagirkeriya faşist a dewleta Tirk teqez têk biçe. Çawa ku îro li çar parçeyên Kurdistanê berxwedaneke mezin tê meşandin. Herî şênber berxwedana herî mezin li Grava Îmraliyê Rêber Apo dimeşîne. Li her çar parçeyê Kurdistanê hem gelê me hem jî gerîlayên me bersiva dagirkeriyê bi xurtî dide. Wê ev dagirkerî teqez bisekine û li bin bikeve. Çawa ku Rêber Apo dibêje pêwîste em hem mejiyê xwe, hem dilê xwe, hem jî ruhê xwe em bikin yek û em bi Rêber Apo re rast bimeşin. Ev ji me hemûyan tê xwestin. Em di vê baweriyê de ne ku heke em bikaribin vê pergala xwe ku bi ewqas bedelî aniye vê astê, em baş biparêzin ev êrîşên dagirkeriyê wê têk biçin. Çawa ku gelê me bû yek û çete û wehşeta wan têk bir, Kobanê rizgar kirin, îro çete hemû tasfiye kir, em bawerin ku wê li hember dagirkeriya dewleta Tirk jî heman tiştî bikin."

'HÊZA MEZIN EM BI XWE NE'

Hemrîn Dersim got, "Divê gelê me bi rêxistinbûyîna xwe bawer be" û diyar kir, "Bi hêza xwe bawer be. Ti carî ji kesekî derve hêviyê neke. Hêza mezin em bi xwe ne. Hêza me gelê me ye, şervanên me yên azadiyê ne. Tişta ji me tê xwestin ewe ku di her rewşê de, di nava her zehmetiyan de şerê gel ê şoreşgerî xurt bikin. Çawa ku gelê Filistinê salane li ber xwe dide, em di wê baweriyê de ne ku wê gelê me yê Rojava jî karibe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk heta dawiyê li ber xwe bide. Lewra ji xwe her roj di nava berxwedaneke mezin de ne. Niha êrîşên dijwar li ser gelê me hene. Tişta girîng ewe ku hem ciwanên me, hem jinên Rojava, ji heft salî heta heftê salî pêwîste divê demê de li ber xwe bidin, tişta ji me tê xwestin berxwedane. Dibe ku em baş zanibin, dem dema berxwedan û têkoşînê ye. Divê em qet nesekinin. Em di wê baweriyê de ne ku wê gelê me vê seknê bide raberkirin. Gelê me yekbûn û yekîtiya xwe xurt bike, wê hêzên navneteweyî û hêzên koalisyonê mecbur bimînin ku fermiyeta pergala gelê me qebûl bikin. Me got, divê em ji ti kesî hêviyan nekin, hêviya me a mezin em bi xwe ne. Li ser vê esasê careke din dibêjin di vê demê de divê ciwanên Kurd xwedî li wezîfeya xwe derbikeve. Dem dema têkoşînê ye. Dem dema serhildanê ye. Dem dema berxwedanê ye. Dem dema azadiyê ye."