Derman li nexweşxaneya Mexmûrê pir kêm bûne

Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê ragihand di peydakirina hinek dermanan de zoriyê dikişînin û dermanên li nexweşxaneyê pir kêm bûne.

Ambargoya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûr di roja 57’an de didome. Li wargehê di warê jiyanê de pirsgirêkên cidî hêdî hêdî peyda dibin. Têkildarî mijarê Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Mexmûrê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyaniya çapemeniyê ya ku gelek doxtor û endamên tenduristiyê amade bûn ji aliyê endam Komîteya Tenduristiyê Dîmen Bîlen ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Ji ber ambargoya ji 17’ê Tîrmehê û vir ve li ser wargehê dewam dike, di asteke cidî de jiyana 12-13 hezar kesî bandor kiriye” û domdarî ev hate gotin: “Nexweşên ku divê bi lezgînî bê şandina bajarê Hewlêrê bi zorê tê şandin an jî ji aliyê asayîşê ve tê zivirandin. 2 pitik di zikê dayika xwe de hê nehatî dinê mirin. Ji ber ambargoya didome di peydakirina dermanên ku divê lezgîn bên peydakirin zoriyên mezin tên kişandin. Derman pir kêm bûne.”

Di dewama daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Em Komîteya Tenduristiyê bang li Serokê Herêma Kurditanê û hemû cihên peywendîdar dikin ku ambargoya li ser wargeha Mexmûrê rakin.”