Deriyê sînor ê Kapikoyê saleke girtî ye

Girtîhiştina deriyê sînor ê Kapikoyê yê Wanê, bandoreke neyînî li jiyana şêniyên Wanê dike.

Li Wanê ku çandinî û sewalkarî li ber tunebûnê ye, deriyê sînor ê Kapikoyê jî ku çavkaniyeke girîng a debara şêniyên herêmê ye, bi destpêkirina şewbê re ji Adara 2020'î ve girtî ye. Par pêvajoya asayîbûnê li herêmê dest pê kir, lê belê tevî zextên xelkê Wanê jî hikumet deriyê sînor ê Kapikoyê venake. Seferên balafiran di navbera Îran-Stenbol, Enqere û Antalyayê de dest pê kiriye, lê belê deriyê sînor ê Wanê ku cîranê Îranê ye girtî tê hiştin. Ev jî dibe sedem ku gelek kargehên li ser sektora tûrîzmê kar dikin bên girtin.

Kesên ku karê tûrîzmê û bazirganiya sînor dikin, nerazîbûnê nîşanî vê yekê didin. Raya giştî ya Wanê beriya niha gelek caran bang kiribû ku bi rengekî bi kontrol deriyê sînor bê vekirin, lê belê bersiv ji vê daxwazê re nehatibû dayin.

'EM LI BER TÊKÇÛNÊ NE'

Tûrîzmkar Taylan Dûrmaz mijar nirxand û got, "Ji sala 2016'an ve yekane fîrma me ku di navbera bajarê Tebrîz ê Îranê û Wanê de ragihandina tûrîzmê dikim. Li gorî derfetên xwe em xizmetê ji xelkê Wanê re dikin. Lê belê ji ber girtîhiştina deriyê sînor ê Kapikoyê, xelkê Wanê gelekî xisirî. Li gel min 70 kes dixebitî, lê belê ji ber ku deriyê sînor girtî ye hatime ber îflasê. Bi vî rengî dewam bike ez ê şîrketa xwe ya tûrîzmê bi temamî bigirim. Dixwazim dengê me bê bihîstin."

'YEKANE ÇAVKANIYA ME YA DEBARÊ JI DESTÊ ME GIRTIN'

Mursel Kiyatmaz ku li deriyê sînor ê Kapikoyê bi bazirganiyê debara xwe dike, ji bo vekirina deriyê sînor bang kir û got, "Li Tirkiyeyê 39 deriyên sînor hene. 36 ji wan vekirî ne, lê belê tenê deriyên sînor ên Kapikoy, Gurbûlak û Esendereyê girtî ne. Ez fêhm nakim ku vê ji bo çi dikin. Gelo ji Îranê bi seferên balafiran vîrûs nayê Tirkiyeyê, lê ji deriyê sînor tê? Her wiha bi tedbîrên li deriyê sînor bazirganî dikare bê kirin. Ev derfetên me hene. Eger bi vî rengî dewam bike wê gelek kargeh bên girtin. Yekane çavkaniya me ya debarê ji destê me digirin."