Derhênerekî ciwan ê kurtefîlman ê Seqizî hate destgîrkirin
Hate zanîn ku duh hêzên Îttîlaat a Îranê li bajarê Seqizê hunermendekî ciwan destgîr kirin û rakirin cihekî nediyar.
Hate zanîn ku duh hêzên Îttîlaat a Îranê li bajarê Seqizê hunermendekî ciwan destgîr kirin û rakirin cihekî nediyar.
Li gorî Kolbernews’ê duh hêzên îttîlaat a Îranê yek ji hunermendên ciwan ên bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Miqdad Hesennejad (27) ku bi navê Kardox tê naskirin destgîrkirine. Heya niha agahiyek ji cihê ku ew hunermend birinî nayê girtin.
Miqdad Hesennejad (Kardox) derhêneriya çend kurtefîlmên bi navê “Bi gotinek din”, “Bazne” û “Exît” e ku weke yek ji hunermendên ciwan ên bajêr tê nasîn.