‘Derfet nebin vîn heye’

‘’Em ji pêvajoyeke giran derbas dibin, di vê pêvajoyêde windahiyên me çêbûn lê şer e, em ê dev jê neqerin. Li nav PKK’ê çandek e, dema ku derfet nebin şerêv vînê dest pê dike.’’

Yek ji gerîlaya YJA Starê ya li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a 23’ê Nîsana 2021’ê li dijî qada Herfa T a Herêma Zapê dabû destpêkirin li ber xwe dan û şehîd bû Berwelat Mezlûm a ji Hesekê bû.

Di bomberdûmana 12’ê Hezîrana 2021’ê de, ya li qada Herfa T hate kirin, Berwelat Mezlûm a li gel Gulistan Çiya şehîd bû, berî şehîd bikeve, li ser tevlîbûna gerîla ya ji bo Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê, dilsoziya xwe ya bi hevrêyên xwe re û tevgera dijmin nêrînê xwe wiha tîne ziman: “Em di qonaxeke pir giran re derbas dibin, di vê pêvajoyê de hevrêyên me şehîd bûn. Em di nava şer de ne, dev jê bernadin. PKK çandek e, li cihê ku derfet qet nemîne, şerê vînê destpê dike. Ji bo wê heta dawî em ê bi vê vînê şer bikin.

Li devera Cîloyê Biçûk şer didome, em bi xwe jî di nava operasyonê de ne. Dema şerê li wir tê guhê me, li me jî hestên çûna wir û dîsa li wir tevlî şer bibin, çêdibe. Em jî bi çalakiyên xwe yên li vir piştevaniya hevrêyên xwe yên li wir dikin, hewl didin alîkariyê bidin wan. Em li Herfa T çiqasî ji bo wan bibin destek, em ê şerê li wir jî sivik bikin. Di vê pêvajoyê de, rêbaza ku herî zêde me dibe serketinê, rêbaza sekvaniyê ye. Bi taybet li dijî leşkerên li Girê Şehîd Mervan bi cih bûne, ji bo cihên sekvanên me diyar bikin, ketibin nava hewldanan jî, lê negihiştine armancên xwe. Vê tirsê xistina hinavê dijmin, bi xwe serketineke gerîla ye. Em çiqasî qereqolan ji holê rakin jî, li gel nirxên hevrêyên me yên şehîd ne tişteke. Her çendî derfetên me kêm jî be, ji bo tolhildana hevrêyên xwe yên şehîd, tişta ji destê me bê em ê bikin.”