Derbarê Emîne Şenyaşar lêpirsîna 14’emîn hate vekirin

Derbarê Emîne Şenyaşar a ku di Nobeta Edaletê de ye, lêpirsîna 14’emîn hate vekirin.

Beriya hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kirin û sê ferdên malbatê kuştin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji bo di dozê de edale pêk were ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê pêk tînin. Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 354’emîn de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar ji navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û li hewşa edliyê dest bi nobeda îro kirin. 

Hat zanîn ku cara 14’emîn bi hinceta “heqaret li Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye” derbarê Emîne Şenyaşar lêpirsîn hate vekirin. 

Ferît Şenyaşar têkildarî nobeda ku digirin de axivî û got nobeda wan di bin “zilmê” de didome û behsa qetlîama li ser malbata xwe kir. Şenyaşar destnîşan kir ku heta edalet bi cih were wê li ber edliyeyê bin.

Şenyaşar da zanîn ku bi îdiaya dayika wî li Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye cara 14’emîn derbarê wê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û got: “Duh dîsa gazî dayê kirin ku biçe midûriyeta polîsan îfade bide. Ev lêpirsîna 14’emîn e ku derbarê dayê de hatiye destpêkirin. Dayê li vir wek ‘rêxistinek sûc’ tê dîtin. Daxwaza dayê tenê ew e ku edalet pêk were û lawê wê bi biryarên siyasî girtî ye were berdan. Wek din tiştek din naxwaze. Xwestina edaletê dibe sûc. Her hefte derbarê dayê de lêpirsînek didin destpêkirin.”