Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Dêra ku ji ber qedexe û xemsariya dewletê hildiweşe

Dêr û keşîşxaneya Çarpanak a li Girava Çarpanak a Gola Wanê li serdana mirovan hatiye qedexekirin. Keşîşxane bi temamî hilweşiya ye, dêr jî li ber hilweşînê ye.

Li herêma Wanê, gelek berhemên ji Med, Ûrartûyan, Hûriyan, Gûtiyan û Romayiyan mane hene. Mîratey dîrokî ya li Wanê tine dibe. Beşeke mezin a avahî û berhemên dîrokî bi zanebûn hatine xerakirin. Yên mayî jî ya li serdana mirovan hatine qedexekirin, ya jî nehatine restorekirin û bi vî rengî hildiweşin.

Gola Wanê ku yek ji navendên girîng ên tûrîzma herêmê ye, bi xeml û rewşa xwe ya xwezayî û dîrokî balê dikişîne. Li Gola Wanê ku mezintirîn gola ji ava soda ya cîhanê ye, cih û warê gelek çûk û gihayên endemîk e. Tevî vê dewlemendiya xwezayî giravên Axtamar, Çarpanak, Adir û Kûş jî li nava golê hene. Dêr û avahiyên dîrokî yên li giravên Axtamar, Çarpanak û Adirê bûne qurbanê qedexe û xemsariya dewletê.

JI SALA 1915'AN Û VIR VE LI SERDANÊ HATIYE QEDEXEKIRIN

Çarpanak heta niha bi 100 salî nîv girav bû. Bi zêdebûna ava Gola Wanê re bû giravek e. Heta sala 1915'an Ermenî li giravê diman. Piştre, ji ber kiryarên li dijî gelê Ermenî hatin kirin, giav hate valakirin. Dêr û keşîşxaneya li giravê vala man. Beşeke mezin a avahiyên ku bê xwedî man, hilweşiyan. Şapel, salonên weazê, pirtûkxane, mêvanxane, odeyên xwarin û razanê; beşeke mezin a goristana Keşîşxaneyê bi temamî ji holê rabûne. Ji sala 1915'an û vir ve serdana Girava Çarpanakê li tûrîstên xwecihî û biyanî hatiye qedexekirin. Tevî ku girav li serdanê hatiye qedexekirin jî beşek mezin a dêrê hatiye xerakirin. Heta niha karekî restorasyonê lê nehatiye kirin.

JI SEDSALA 9'AN MAYE

Ji bilî nivîsa li ser keşîşxaneyê ku nîşan dide ku keşîşxane di salên 1700'î de hatiye çêkirin, ti agahî li ser vî cihê dîrokî nîne. Li gorî kîtabeya dêrê, sala 1462'an ji aliyê hostayekî bi navê Etienne û Keşîş Mîmar Gregoire ve bi giranî hatiye nûkirin. Dêr di navbera salên 1712 û 1720'î de ji aliyê Mîmar Koçbar ve hatiye nûkirin. Dîroka civata keşîşxaneyê jî digihêje sedsala 9'an.