Dengbêj Canşah û jiyaneke di tehma kilaman de

Yek ji dengbêjên ku bi huner û berhemên xwe di dîroka Kurdan de xwedî cihekî taybet e, Mihemedê Canşah e. Klamên Canşah ji aliyê neviyên Ûsibê Seydo ve hatin berhevkirin û pêşkêşî gel hatin kirin.

Gelê Kurd çand û dîroka xwe piranî bi stran, ango awazên dengbêjiyê rave kirine. Ev awaz weke çîrokan hatine guhdarîkirin. Di heman demê de ew awaz dîroka Kurdan a ne nivîskî jî di nav xwe de girtiye. Çanda dengbêjiyê ne tenê qehremaniyên dîroka Kurdistanê gihandin roja me ya îro, di heman demê de li dijî qirkirin, pişaftin û tunekirina çanda Kurdî jî yek ji qadên bîr, hiş û parastina nirxan e. Gelek destanên gelê Kurd jî bi dengê dengbêj Mihemedê Canşah hatine vegotin û bi kilama ‘Mala Ûsibê Seydo’ balê dikişîne ser Serhildana Ûsibê Seydo. Dengbêj Mihemedê Canşah dibêje: “Eman heyla lê dayê, heyla lê dayê, Texsîmayê girega Zîgo digo lêlê Rehîmayê, belkî bila ocaxa romê kor be dayê, Ecela mala bavê min li qelaca li dinyayê, Bihar e li konê Ûsibê Seydo derbekî berdaye bedena lawê wî dadayê…”

GELEK DENGBÊJ NAYÊN NAS KIRIN

Neteweyên li Rojhilata Navîn di aliyê çand, ziman û muzîka gelêrî de xwedî dewlemendiyeke bêhempa ne. Ji van neteweyan yek jî bêguman Kurd in. Kurdên li ser vê erdnîgariyê bi hezaran sal in dijîn, tu êrîş û polîtîkayên qirkirinê neman li dijî wan neyên meşandin, çand û zimanê wan hat pişaftin. Hatin sirgûnkirin, li ser rêyên koçberiyê gelek ji wan ji birçînan mirin. Ev polîtîkayên qirkirinê çawa duh bi destê dewleta Tirk, Îran, Sûriye û Iraqê dihatin kirin, îro jî berdewam in. Ji ber polîtîkayên qirkirinê yên ku bi salan e bi destê dewleta Tirk tê kirin, gelek berhemên çanda Kurdî jî hatin talankirin. Dibe gelek dengbêj û stranbêjên wekî Şakiro, Zahiro, Kerapêtê Xaço, Meyremxan, Eyşe Şan û hwd. bên zanîn, lê gelek dengbêjên wekî Mistefayê Kor, Seyîdxanê Kal, Mistefayê Xeloyê Heyran, Resoyê Ûsiv û Mihemedê Canşah pir kêm tên zanîn. 

17 SALAN LI SIRGÛNÊ DIMÎNE

Mihmedê Canşah di sala 1933’yan de li gundê Delîklî yê girêdayî Qereyaziya Erziromê hatiye dinê. Canşah dibistana seretayî û navîn li wê herêmê xwendiye û jiyana wî demekê li wir derbas dibe. Lê ji ber hin pirsgirêkan di sala 1970’yan de diçe Almanyayê. Bi qasî 17 salan li Almanyayê dimîne. Mihemedê Canşah bi gelek dengbêj û hozanan re kilam gotine û bi taybetî bi dengbêj Şakiro re gelek kilam avêtine ber hev. Canşah bi xwe jî şagirtê Mistefayê Xeloyê Heyran e. Mistefayê Xeloyê Heyran jî ji gundê Kazicelaleyê yê Qereyaziya Erziromê ye û hema bêje mamosteyê hemû dengbêjên wê herêmê ye.

DÎROK Û ÇANDA KURDΠ

Klam û stranên Mihemedê Canşah zêdetir li ser dîrok û çanda Kurdî ne. Piştî bi salan li derveyî welat dimîne û kilamên xwe tîne ziman, di dawiyê de vedigere welatê xwe. Dema dengbêj Mihemedê Canşah tê gotin, tenê kilam û stran nayên bîra kesên wî nas dikin, di heman demê de bi sohbet, tevlibûna şîn û şahiyan jî kesekî gelekî nêzî civakê ye. Li gorî agahiyên kesên wî nas dikin, kesekî gelekî xêrxwaz e û bi berdêla pereyan tu kaset tijî nekirine û ne jî bi pere ji kesî re kilam gotine. Navê dengbêj bi xwe Mihemed e, lê bavê wî wekî Canşah wî pênase dike. Canşah piştî demekê li welat dimîne, di sala 1999’an de koçî Stenbolê dike û di sala 2003’yan de li Stenbolê diçe ser dilovaniya xwe. Mezelê Canşah li navçeya Sultangaziyê ya Stenbolê ye. Neviyên Ûsibê Seydo gelek berhemên dengbêj Mihemedê Canşah li fîrmaya Ozyildiz Muzîkê ve ya li Stenbolê tomar kirin. Xwediyê Ozyildiz Muzîkê Orhan Erdal e. Rêveberên vê fîrmaya muzîkê bi rê ve dibin, aşkera kir ku ew neviyên Ûsibê Seydo ne. Wekî gelek kes jî dizane eşîra mala Ûsibê Seydo di serhildana Agiriyê de xwedî nav û deng in.

LI SER SERHILDANAN KILAM ANIYE ZIMAN

Dengbêj Mihemedê Canşah li ser serhildana mala Ûsibê Seydo kilam anîne ziman. Neviyê Ûsibê Seydo Orhan Erdal aşkera kir ku dengbêj Canşah li ser serhildana kalê wan gelek kilam gotine, ew jî ji bo minetdariya xwe ya ji bo dengbêj Canşah, wan gelek kilamên wî berhev kirine û kasetên wî çap kirine. Neviyê Ûsibê Seydo Orhan Erdal têkildarî dengbêj Canşah hêstên xwe wiha tîne ziman: “Em ne wek fîrmaya Ozyildizê, wek neviyên Ûsibê Seydo em Mihemedê Canşah bi hurmet bi bîr tînin. Xwedê wî bi bihûşta xwe şad bike. Bêguman kurê wî Remzî û neviyê wî Kenan Aslan jî di aliyê berhevkirina berhemên wî de gelekî bûn alîkar û îro ev berhem gihaştine gelê Kurd ê hêja.”