Demîrtaş: Rejîma darbeyê ya faşîst bi serhildanê dikare hilweşe

Nurettîn Demîrtaş got Tirkiye dewleteke wiha ye ku kaos û tundiyê li her deverê berbelav dike, divê cîhan li şûna ku biaxive bê ka Çîn wê kûderê dagir bike, divê li ser êrîşên dagirker ên Tirkiyê biaxive.

Siyasetmedarê Kurd  Nurettîn Demîrtaş got, ''Tirkiye dewleteke wiha ye ku kaos û tundiyê li her deverê berbelav dike, divê cîhan li şûna ku biaxive bê ka Çîn wê kûderê dagir bike, divê li ser êrîşên dagirker ên Tirkiyê biaxive.''

'DESTÊ TIRKIYÊ LI HER DEVERÊ YE'
Demîrtaş got yek ji ajoya li pişt dagirkeriya ji Rojava heta bi Xakurkê û Deryaya Spî bi lihevkirina Çînê zindîkirina Rêya Îpekê û kontrola wê ye û got, ''Mînak li Libyayê balafira keşfê ya Tirk hate şikandin. Çi karê wan li wir heye? Xebatên sondajê yên li Deryaya Spî bi carekê re kete rojevê. Ev dagirkeriyeke berbiçav e. Ti deverek tine ku destê Tirkiyê tê de tine.

HER ROJA DARBE Û DAGIRKERIYEKE DÎ DIKE

Her wiha behsa xeyalên Osmanitiya Nû tê kirin lê ku mirov bala xwe dide ser şêwaza tevgera wan a provakatîf, ji hêlekê ve diin malzemeya berjewendiya xeta Çîn- Rûsya û Îranê û li hêla dî jî dibe malzemeya NATO'yê. Li pêş guherîna ji Sûriyê heta bi Yemenê û bandora xwe li her deverê dike faşîzma Tirk heye. Her wiha şerê hegemonyaya kapîtalîzma global heye. Ev nîşan dide ku şer wê pir bidome.
Lê li hêla dî daxwaza guherînê ya gelan bûye xwedî karakterekî civakî û her ku diçe bîrewer dibe, dibe rêxistinî û alternatîfa xwe ava dike. Ji bo ku ev meyl were xurtkirin divê demokratên şoreşger ên cîhanê li dijî dagirkeriya faşîst a Tirkiyê bibêjin, raweste. Tirkiye êrîşên dagirker ên bi rengê êrîşên Hîtler ku krîz, kaos, pisgirêk û tundiyê îxracî cîhanê dike û tevgerên darbeyan geş dike. Her roj darbe û dagirkeriyeke dî dike.'' 

KURD NE PARIYEKÎ BIÇÛK IN

Demîrtaş têkilî darbeya qeyûm a 19'ê Tebaxê ya li ser şaredariyên Kurdistanê yên Amed, Wan û Mêrdîn got, ''Faşîzma Tirk ku gefê li Rojava dixwe bi carekê re şaredariyên HDP'ê dagir kir. Ev jê re hêsanîtîr hat. Lê wê were dîtin ku ev ne wiha ye, wê bibînin ku pariyekî hêsan e.

Rejîma faşîst a darbeyê ku dest li ser şaredariyên HDP'ê daniye, bi rengekî darbeyê dest li ser daniye, tenê bi şerê berxwedanê, bi serhildanê dikare were hilweşandin. Her kesê ku ji bo şaredariyê dengê xwe dayî, li dengê xwe yanî li vîna xwe xwedî derkeve, bi sed hezaran kes rabe ser piyan, biçin li şaredariyên xwe xwedî derkevin ev darbe wê pûç bibe. Ev tevgereke demokrasiyê ye û heta dawiyê meşrû ye. Ji bo ku mirov zû tevbigere divê her kes li deng, li vîna xwe ya siyasî xwedî derkeve û vê bike meseleya rûmetê. Berevajî vê, darbe û dagirkirin wê bidome. Faşîzm û darbe bi rengekî şilftûtazî tê jiyîn. Tim rejîmeke darbeyê heye. Dema wê hatiye ku faşîzma AKP-MHP'ê ji qada navnetewî bi temamî were tecrîdkirin, ji bingeh ve wer hilweşandin û darizandin. Şerê berxwedanê û serhildan rêbazên vê yên sereke ne.''

DEMA SEFERBERIYÊ YE

Demeke wiha ye ku ji bo ku tevlî gerîla bibin ciwan bikevin nav seferberiya herî mezin. Dema wê ye ku eniya antî-faşîst were avakirin û li bajaran serhildan were kirin. Têkoşîna demokrasiyê niha bi temamî li ser hîmê şerê berxwedanê û serhildanan divê were geşkirin. Bi vî giyanî em dikarin faşîzmê hilweşînin. Divê hemû ciwanên Kurdistanê li ser vî bingehî rabin û şerê berxwedanê û serhildanê geş bikin. Ne dema wê ye ku mirov li malê rûne, li ser dibistanê biaxive, qîma xwe bi daxuyaniyên çapemeniyê bîne, ku weke her tişt bi şertên mormal be mirov kar û barê xwe bike, ev ê bibe xafilbûn. Niha ya ku divê bibe ev e: Her kes wê rahêje alaya azadî û demokrasiyê derkeve kuçeyan û qadên berxwedanê. Gerîla li ber xwe dide, gel li ber xwe dide, ciwan û jin li ber xwe didin. Em ê bavê kaosê faşîzma Tirk bi vê bingehê hilweşînin.''

'DAWIYA DÎKTATORIYÊ HILWEŞÎN E'

Demîrtaş her wiha got, ''Dawiya dîktatoriya hilweşîn e. Nikarin xwe ji vê xilas bikin. Lê balkêş e, hin tevgerên ku li ber xwe didin û bi dilqê demokratan in,  bi qasî ku li Tirkiyê destekê bidin AKP-MHP'ê di nav berjewendiyan de fetisî ne.''

'TEVGERA GEL LI ROJAVA BÛ ALTERNATÎF'

Demîrtaş bi berdewamî got, ''Tevgerên gel ên li Tûnis, Misir û Yemenê li Rojavayê Kurdistanê bûne alternatîf, li deverên din tenê bi guherîna desthilatdariyê sînordar man. Em neheqiyê nekin, potansiyeleke girîng bi xwe re anîn, mîrateyeke zindî hiştin. Lê bi asta civakî alternatîfa xwe çênekirin. Civak rabû ser piyan lê di encamê de bêgav me ku vîna xwe radestî hine dî bike.

Vîna civakî heke bi rêxistiniyeke domdar xwe ewle bike, li dijî dewlet-artêşê dikare qadeke azadiyê ava bike. Rêya vê, di şertên roja me de, ji rêxistiniya konfederaliya demokratîk diçe ku Rêber Apo çarçoweya wê bi berfirehî diyar kiriye. Felsefeya wê jî weke modernîteya demokratîk hatiye pênasekirin. Pergaleke alternatîf e. Bi israr em behsa alternatîfê dikin. Em vê dikarin li hemû cîhanê deynin.  Alternatîfa kapîtalîzmê, pergala dewletî ev e.''

'LI ROJAVA MODÊLEKE NÛ TÊ DANÎN'

Têkilî Rojavayê Kurdistanê jî Nurettîn Demîrtaş got, ''Şoreşa Rojava li gorî paradîgmayê modêleke nû datîne, em dibine şahidê avabûna modernîteya demokratîk. Carinan hin jê pir zimanekî negatîf bi kar tînin, bi rexneyeke hêsan înkar dikin. Ev ne rast e, neheqiyeke mezin e. Divê neyê jibîrkirin,  em ji pêvajoyeke wiha ya bi dijwariyên şerê girran, bi êrîşên Tirkiyê û DAÎŞ'ê û bandorên pergala dewletî, bi hişmendî û şêwaza wê derbas dibin. Mirov dikare behsa zehmetî û şaşiyên ji ber van hêlan bibe lê ji bo çareserkirinê mirov hewl bide. A girîng ev xet were parastin.

Hemû şoreşgerên cîhanê, demokrat dikarin bi şoreşa  Rojava şanaz bibin, mînak bigirin û bi berpirsyarî dikarin piştevaniyê bikin. Bi dilrehetî dikarin vê bikin ji ber ku di şexsê Şoreşa Rojava de lêgerînên alternatîf ên mirovahiyê û hêvî hêşîn dibin.  Pêşengiya li avakariya civakî ku wê bi asta cîhanê bibe pêşeng, ji bo kedkaran û çewisandiyan rûmet e. Divê mirov li vê rûmetê xwedî derkeve.''