Demîrtaş: Ez ê bejna xwe li ber zilmê netewînim

Namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê dîlgirtî bangî hilbijêran kir. Demîrtaş got ku, “Ez ne 20 mehan, 20 salan li girtîgehê bimînin jî ez ê li hemberî vê zilmê stûyê xwe xwar nekim.”

Namzetê serokkomariyê yê HDP’ê yê di girtîgehê de Selahattîn Demîrtaş ji bo propagandaya hilbijartinê ji TRT Haberê re axivî.

Axaftina Demîrtaş wisa ye:

“Xuşk û birayên hêja

Ez bi hezkirin, bêrî û hestên xwe yên herî germ we silav dikim. Di vê kampanyaya hilbijartinê de mixabin ez ji Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê bangî we dikim.

Di 4’ê Mijdara 2016’an de tevî 12 hevalên xwe yên parlementer, em xistin girtîgehê. 20 meh in bi awayekî bêhiqûq em  di vê derê de girtî ne. Tu carî darizandineke adil û bêalî pêk nehat. Di vî 20 mehî de, tenê du caran derketim dadgehê. Pêvajoya min a darizandinê bêyî girtin dikare pêk bihata, lê ji ber zextên siyasî biryara li ser min a dîlgirtinê didome. Sûcdariyên li ser min jî axaftinên min in, ên ku we gelek caran guhdarî kiriye. Ji xeynî van tiştan tu sûcdariyeke din tune.

Ji ber ku AKP ji min ditirse, ez li vê derê me. Li vê derê ez hatime girtin û li qadan li paş min îftîrayan li min dikin. Têkildarî min tu biryareke mahkûmiyetê tune, lê min sûcdar îlan dikin. Bi vî tiştî re Destûra Bingehîn binpê dikin û raya giştî şaş agahdar dikin.

Ji bo ku jiyana wan a luks û desthilatdariya xwe winda nekin, derewan dikin. Kesên ku exlaq û wijdanê xwe winda kirine, çawa dixwazin welat bi rê ve bibin, ez nikarim fêm bikim. Bila hûn zanibin ku di demeke kurt de ew ê derkeve holê ku ez ne sûcdar im Tenê bila saziyên darizandinê ne bendewariyên desthilatdariyê lê xwe bispêrin hiqûqê.

Bila  vî tiştî ji bîr nekin, Seyîd Riza gotibû, “Min nekarî serî bi fen û fûtên we derxînim, ev ji min re bû derd. Lê min li ber we stûyê xwar nekir, bila ev jî ji bo we bibe derd!” Ez ê serî bi derewên we derxînim!

Heke zordarî û bêhiqûqî tenê li ser min bûya, min ê qala van tiştan nekira. Lê hûn her roj vê zordarî û bêhiqûqiyê li derdora xwe dibînin. Hûn mexdûrên vê zilmê ne. Ez dibînim ku jiyana we roj bi roj dibe trajedî. Li ser civakê dixwazin tirs, bêhêvîtî û reşbîniyê pêk bînin. Êdî bira ji bira, cîran ji cîranê xwe dikeve gumanê. Ligel vî tiştî bêkarî, hejarî, enflasyon û bilindbûna dovîzan jiyan xeniqandiye. Rêveberiya AKP’ê her roj li koşk û serayan e, lê gelê me jî birçî ne. Polîtîkayên şer, bi canê zarokên me didome.

Xuşk û birayên hêja;

Di rejîmên demokratîk de hilbijartin gelekî girîng in. Bi dengên ku hûn ê bidin, ew ê zagon were çêkirin û hûn ê nûneran hilbijêrin. Biryara we ne bi tenê îroj, ew ê bandora xwe li ser dahatû û zarokan jî hebe. Hûn ê biryara xwe bidin, ka wê piştî 24’ê Hezîranê welat ber bi ku ve biçe.

Heke hûn dengê xwe bidin AKP’ê êdî ew ê qedera welat di destê kesekî tenê de be. Ew ê hemû rayeyên rêvebirin, darizandin û zagonan di destê kesekî de be. Ew ê tu sazî tunebe ku karibe kêşeyên herî biçûk ên wî kesî jî sererast bikin, ew ê qedera 81 milyon kesan di destê kesekî tenê de be.

Dinya dema ku bi rêya demokrasiyê  bi pêş ve diçe, ew ê Tirkiye bi rêveberiyeke derveyî serdemê tenê bimîne û ew ê dûrî demokrasiyê be. Ew ê hemû destkeftiyên demokratîk di şevekê de ji holê were rakirin. Ew ê tu cih nemîne ku li hemberî bêedaletiyê em karibin serî lê bidin. Ew ê dadgeh û saziyên dewletê ji derdê we re nebe derman. Ew ê her tişt li gorî kêf û zewqa kesekî were kirin. Di wê rejîmê de, ew ê mirov bibêje qey dike bixeniqe.

Ez vî tiştî li gorî texmînên xwe nabêjim, ez li bûyerên çend salên dawîn dinihêrim û wisa dibêjim. Tişta ku em îro dibînin tenê fragmana rejîma yekzilamiyê ye. Beşa tirsnak a fîlm hê dest pê nekiriye. Di 24’ê Hezîranê de hûn ê biryarê bidin, gelo ew ê ev atmosfera tirsê ew ê dest pê bike yan na.

Ez dizanim ew ê biryara we ew ê ji bo demokrasî û azadiyê be. Vê helwesta we ya bi rûmet, ew ê temînata siberojên bi ronî yên Tirkiyeyê be. Beriya ku em têkevin tuneleke tarî li pêş me firsendeke mezin heye. Em ê bi hev re vê firsendê bi kar bînin û em ê welat ji rewşa berkendaliyê rizgar bikin.

Bila gefên pêxwasên ku bi walî û kaymakaman, bi derfetên dewletê, bi darizandin û medyayê xebatên hilbijartinê dikin, we netirsîne. Ew ê ne dijwar be ku mirov nîşanî van karîkaturên siyasî bidin ku gel kî ye û hêza wê çi ye.

Di 24’ê Hezîranê de dengên ji bo HDP û Demîrtaş têxin zerfê û jê pê ve ji me re bihêlin. Êvarî dema sindoq hatin vekirin em ê bibînin ku ew pêxwasê sixtekar ew ê têkeve çi halî. Ev firsend li ber me ye ku em derseke baş bidin siyasetmedarên biçûk. Biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

Hevalên ciwan, divê ji bo muşahadiyê peywirê bistînin. Herî zêde min baweriya xwe bi ciwan û jinan anî. Derfetên min ên li vê derê gelekî kêm in, lê ez dizanim li ser navê min hûn kampanyaya hilbijartinê bi awayekî xurt didomînin. Ez dizanim hûn ê xwedî li sindoqan derkevin.

Min meraq nekin, hûn baş bin, ez ê jî baş bim. Ne 20 mehan, 20 salan jî min di hucreyê de bihêlin ez ê stûyê xwe li ber wan xwar nekim. Ji bo aştî û demokrasiyê ez ê li ser navê we li ber xwe bidim.

Em Kurd in, Tirk in, jin û mêr in, Elewî û Sunnî ne. Hêrsa me li hemberî zilmê ye. Em Şeyh Bedrettîn in, aliyekî me Pîr Sûltan e.Em Mazlûm in. Em Denîz in. Navê me Seîd e li Qada Deriyê Çiyê. Li Kerbelayê em Huseyîn in. Li sirguniyê em Ahmet Kaya ne, li zindanê em Yilmaz Guney in. Ferqa me ev e, em ne bi tenê kesek in, em gelek kes in. Em ê mil bidin hev.

Di 24’ê Hezîranê de dengekî bidin HDP’ê û dengekî bidin Demîrtaş. Şansekê bidin ronahî, hêvî, aramî û aştiyê. Em baweriyê  bi tiştî bînin û em bi hev re bikin.

Bi van hestan ew we hemûyan bi rêz û hurmet silav dikim û cejna we ya Remezanê pîroz dikim. Ji bo we hemûyan siberojên bi hêvî û bextewar dixwazim.