Demê destgîrkirina çalakvanên li Wanê hatibûn destgîrkirin hatin dirêjkirin

Demê desgtîrkirina kesên di serdegirtina polîsan a li ser çalakgerên bi armana protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wanê dest bi grevê kiribûn, hatibûn destgîrkirin 24 saetê din hate dirêjkirin.

Li Wanê Dayikên Aştiyê û aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de gelek kes ji bo piştevaniyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê bike, li avahiya HDP'a Wanê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Polîsan avêtibû ser çalakiya greva birçîbûnê ya li avaiya HDP'a Wanê û 14 kes hatibûn destgîrkirin.

Hat hînbûn 14 kesên li emniyeta Wanê di bin çavan de, dema destgîrkirin wan 24 saetan hatiye dirêjkirin.