'Dema ziman neyê axaftin, kor dibe, ziyan digihêje û netew winda dibe'

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî got: "Divê beşên civakê yên xwende, nexwende, yên rêxistinkirî, bi hev re bi Kurdî bidin û bistînin. Ziman gava neyê axaftin winda dibe, kor dibe, ziyan digihîjê û derbê dixwe. Bi vê re jî netew winda dibe."

Di 21’ê Sibatê de ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê ji alî Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî ve kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. Kampanya hem bi awayê onlîne hem jî bi destnivîsî tê birêvebirin. Têkildarî xebatên kampanyaya ziman, Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ji ANF’ê re axivî.

'DI NAVA KURDAN DE PIRSA ZIMAN DIVÊ BIBE PIRSA SEREKE'

Cizîrî anî ziman ku bi daxwaza zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê di 21’ê Sibatê de dest bi kampanyaya îmzeyan kirin û wiha axivî: “Di havîna sala 2018’an de Platforma Zimanê Kurdî ji 9 partî û tevgerên Kurdan hate avakirin û heta niha jî xebatên platformê yên li ser ziman berdewam dike.  Di 21’ê Sibatê de ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê bi Tora Ziman û Çanda Kurdî re me kampanyaya îmzeyan destpêkir. Bi civînek girseyî bi tevlîbûna wekîl, rewşenbîr, nivîskar û sazsiyên sivîl re starta kampanyayê hate dayîn. Ev daxwaz û xewna tevahiya Kurdan e. Kampanya awayê onlîne hem jî bi destnivîsî tê birêvebirin, armanca me ne tenê berhevkirina hejmarekê ye. Armanca me bilindkirina hişmendiya Kurdî ye, bila pirsa ziman, di nava Kurdan de bibe pirsa sereke. Gelek caran me ev daxwaz kiriye, lê timî jî ev daxwaz me di nava xwe bi xwe de cîh neaniye. Siyaseta Kurdî bi Kurdî siyaset nekiriye, rewşenbîrên Kurd bi Kurdî nenivîsandine, di sazî û dezgehên Kurdan de Kurdî xebat nehatiye birêvebirin yan jî em di hindirê mala xwe de bi Kurdî neaxivîn e. Ev daxwazeke lê ev daxwaz me destpê di hindirê xwe de bi cîh neaniye. Bi vê kampanyayê me xwest em dawî li vê yekê bînin.”

'ZIMAN HEBÛNA CIVAKÊ YE'

Cizîrî bi dewamî wiha pê de çû: "Divê destpêkê em di nava xwe de vê pirsgirêkê vekin û berfireh bikin. Ji bo vê yekê destpêkê divê em li mala xwe bi Kurdî bi axivin û bila navê zarokên me Kurdî be. Me xwest ku şaredariyên me xebatên xwe bi Kurdî bimeşînin û xebatkarên ku werin girtin bila du ziman be. Divê teqez bi Kurdî bizanibe û li gel wê jî Tirkî. Me ev daxwaz ji şaredariyên xwe kirin. Wê demê qeyûm ji bo şaredariyan nehatibû tayînkirin. Gav bi gav me xwest ku hişmendiya Kurdî di nava Kurdan de rûne. Weke platform me daxwaz kir ku kesên Kurdî nezanî be, divê ji bo hevşaredariyê neyê hilbijartin. Yan jî nebin wekîl û hevserokên partiyan. Me ev daxwaz ji partiyên xwe kir. Kesên ku li ser navê civaka Kurd siyasetê bike, divê teqez Kurdî bizane. Eger nizane, bila hîn bibe, bila hînbûna zimanê Kurdî ji xwe re bike karek. Em ne li dijî zimanan e, ziman hebûna mirovan dide nişandan. Em Kurd in divê em xebatên xwe bi Kurdî bikin, me xwest em vê di nava Kurdan de bidin rûniştandin. Gelek mirovên me ev helwest biçûk didîtin û digotin, ne wextê wê ye. Lê eger em di vê demê de li zimanê xwe xwedî dernekevin roj bi roj ziman ji destê me diçe. Eger zimanê me ji destê me biçe em ê weke netewe jî biçin."

HEJMARA ÎMZEYÊN HATINE KOMKIRIN

Cizîrî ragihand ku hejmara ku wan weke hedefekê daniye pêşiya xwe hîn nehatiye komkirin û ev tişt anî ziman: “Di vir de gelek faktor hene, lê helbet ev rastiyên din nîşanî me dide ku em zêdetir bixebitin û bigihîjin armanca xwe. Heta niha bi awayekî online me 20 hezar îmze kom kirine, lê bi destî ango bi awayekî matbû hejmara îmzeyên ku me kom kirine hîn ne diyar e. Ji ber ku em hem di çalakiyên xwe de û hem di kongre, meş û konferansên xwe de jî îmzeyan kom dikin. Lê me hîn muhasebeyeke giştî der barê encama wan de dernexistiye. Ji ber ku ev kampanya wê hîn bidome û di paşerojê de kampanyayên me yên medyaya civakî û hevdîtin wê ji bo bihêzkirina wê bên kirin. Loma em niha nikarin hejmara giştî ya îmzeyên online û destî bidin."

'ARMANC KOMKIRINA BI MILYONAN ÎMZEYÊ YE'

Di axaftina xwe de Cizîrî diyar kir ku wan hejmareke mezin wek hedef danîne pêşiya xwe û wiha nirxand: "Em tenê ne ji Kurdan ji kesên ne Kurd in jî daxwaza alîkariyê dikin, bo bihêzkirina kampanyayê. Armanca me bi sedhezaran heta bi milyonan îmzeyan e. Ji bo ku em bigihîjin vê armancê, niha gelek têkiliyên me bi nivîskar, rewşenbîr, sazî, dezgeh, hunermend, partiyên siyasî re hene. Em dixwazin vê hewldana ji bo Kurdî, bi hemû pêkhateyên civakî re bi pêş bixin û bi encama vê kampanyayê zextê li hikûmetê bikin ku zimanê Kurdî nas bike û perwerdeya bi zimanê Kurdî misoger bibe."

'DIVÊ MIJARA ZIMAN TIMÎ DI ROJEVA ÇAPEMENIYA KURD BE'

Di berdewama nirxandina xwe de Cizîrî, rexne li çapemeniya Kurd jî kir û got: “Divê çapemeniya Kurd xebata xwe ya sereke ji bo ziman bike. Divê di bernameyên televîzyonî de nîqaşên berfireh li ser ziman bên kirin û mijara ziman timî di rojeva çapemeniya Kurde be."