'Dema ku lehî çêbû, du rojan kesî alîkarî nedan me'

Di 26’ê Cotmeha 2018’an ji ber barana zêde li binarê Qendîl lehî çêbû. Şêniyên herêmê diyar kirin ku di dema lehiyê de kesî alîkarî nedane wan û ew tenê mane.

Di 26’ê Cotmeha 2018’an ji ber barana zêde li binarê Qendîl lehî çêbû. Ji ber lehiyê; 12 pir rûxiyan, rêya 27 gundan û ava 15 gundan qut bû. Elektrîka giştî ya herêmên Dola Balayan, Sûredê û Nawdeştê qut bû.

Roja lehî rabû heta niha Şaredariya Binarê Qendîl bi derfetên xwe yên heyî alîkariya hemwelatiyan dike û ji bo ku pirsgirêkên heyî werin çareserkirin, di nav hewldanê de ye.

Di derbarê hizmetên şaredariyê de Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîl Mihemed Hesen rewş nirxand û got ku” Di encama baranê ya ku di 26’ê mehê da çebû zirareke zêde gihîştiye rêyên Balayan, Sûredê û Nawdeştê. Di roja pêşîn a lehiyê de me Şaredariya Binarê Qendilê me dest bi kar kir. Me rêyên sereke yên Balayan, Sûredê û Nawdeştê kir da ku gel bikaribin karên xwe yên jiyanî bimeşînin.

Heta 2 rojên destpêkê ti alî nehatin van herêman û alîkarî nedan me. Me bi derfetên xwe hewl da mudaxeleyî rewşê bikin. Ji ber ku bûyera pêk hat, pir mezin bû. Di encama van de 12 pir rûxiyan, rêya 27 gundan, ava 15 gundan, elektrîka giştî a van her sê hereman qut bû. 3 navendên tendurîstiyê, 3 mizgeft û 2 dibistan jî rûxiyan. Zerareke mezin gihişt milk, dikan, erebe, baxçe, cokên avê, ajal û mêşhingivan. Heman demê de bi dehan mal jî wêran bûn.

Di 2 rojên destpêkê de me bi zor rêyên esasî vekir. Di heman demê de bi tankera avê, me av gihand gundên ku ava wan qut bûye. Ji ber dijwariya bûyerê me bangawazî kir ku aliyên peywendîdar bibin alîkar. Piştî bangewaziyê jî aliye îdareya Raperînê ve bersivek hat dayîn. Ji bo paqijkirina rêyan ew jî alîkariyê didin me.

Em, Şaredariya Binarê Qendil û meclîsê Binarê Qendîlê me dest bi kampanyaya komkirina alîkariyan kiriye. Em bangî aliyên siyasî, saziyên civakî, kesên xerxwaz û gelê xwe dikin ku, bila bibin alîkar da ku em bi hev re bikaribin bandora vê bûyerê kêmtir bikin û cihên hilweşiyayî ji nû ve ava bikin.”