Dema destgîrkirina kesên li Kerboranê hatin destgîrkirin hatin dirêjkirin

Dema destgîrkirina 10 kesên li navçeya Kerboran a Mêrdînê hatibûn destgîrkirin 4 rojan hatin dirêjkirin.

Dema destgîrkirina Husamettîn Kaya, Halîl Bozkûrt, Lokman Kaya, Mahmût Kaya, Mûstefa Kaya û 5 kesên navên wan nehatin zanîl li taxên bejahî yên Îwan, Xelîla, Mişte û Dîlan ên girêdayî navçeya Kerboran a Mêrdînê hatibûn destgîrkirin 4 rojan hatin dirêjkirin.

Her 10 kesên li Midûryeta Emniyetê ya Mêrdînê tên ragirtin bi îdaya sûcê ‘endamên rêxistinê’ û ‘alîkarîkirina rêxistinê’ tên sûcdarkirin hatine destgîrkirin.