Dema çalakiyên li Strasboûrgê hat dirêjkirin

Komîteya Amadekar a çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê biryar da dema çalakiyê dirêj bikin. Rojnamevan Dîcle di axaftina xwe ya li panela vê derê de got, "Eger Kurd bi biryardarî vê têkoşîna xwe bidomînin, wê bi ser bikevin."

Li bajarê Fransa Strasboûrgê, çalakiya rûniştinê ya li ber avahiyên Konseya Ewropa (KE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) ên li hemberî komkujiyên li Kurdan tên kirin bêden gin, di roja pêncemîn de ye.

Kurdistaniyên li ber avahiya KE kon vedane, ji bo balê bikşînin ser komkujiyên li Kurdistanê dosya pêşkêşî KE û DMME kirin.

Kurdan diyar kirin, ku li gorî bersiva daxwazên Ewropayê ew ê plansaziya çalakiyên xwe ji nû ve destnîşan bikin.

DEMA ÇALAKIYÊ HAT DIRÊJKIRIN

Li ser navê Komîteya Amadekar Rojda Yildirim agahî da û da xuyakirin, ku wan biryar dane heta daxwazên wan bên qebûlkirin ew ê dema çalakiya xwe dirêj bikin. 

Kurdistaniyên ji Elmanya, Belçîka, Hollanda, Swîsre û Fransayê hatine jî bi biryar in çalakiya xwe heta encamgirtinê bidomînin.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî duh piştî hevdîtina bi çalakgeran re dosya pêşkêşî Sekretera Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê kiribû û hin hevdîtin pêk anî bû.

PANEL HAT LIDARXISTIN

Di çarçoveya bernameya çalakiyan a rojane ya li bajêr de, panelek bi mijara "Rojava, Rojhilata Navîn, pêvajo û qewimînên gengaz" hat lidarxistin. Weke Qiseker rojnamevan Amed Dîcle beşdarî panelê bû.

Dîcle got, "Dewleta Tirk hînê li gelek deverên Kurdistanê komkujiyan dike. Lê belê li hemberî vê jî berxwedaneke mezin tê nîşandan. Di heman demê de li Rojava jî berxwedanekê destpê kir. Kurdan ji bo azadkirina nasnameya xwe, têkoşîna xwe mezintir kirin."

Dîcle axaftina xwe wiha dewam kir: "Xweparastina li Kurdistanê, ji bo parastina destketiyan ket rojevê. Dewleta Tirk ji bo tinekirina van destketiyan dest bi êrîşeke mezin kir. Dema dewlet hat we bikuje, hûnê hingî çi bikin? Bêguman hûn mecbûrin xwe û gelê xwe biparêzin. Lewma YPS xwe û gelê xwe diparêze. Li gelek cihan mirov li hev civiyan û dest bi xweparastinê kirin. Li cîhanê kêm caran mînakên vê hatine dîtin. Xweparastineke bê dewlet ava kirin. Bi desteka mezin a gel re ev xweparastin afirandin."

'DIVÊ KURD MODELA XWE AVA BIKIN; XWE BIPARÊZIN'

Dîcle diyar kir, Rojava weke modelekê ji aliyê cîhanê ve tê qebûlkirin û got, "Têkoşîna Rojava ji bo Kurdistanê mîladek e. Bêguman berdêlên mezin hatin dayîn. Lewma rêbaza xweparastinê dewleta Tirk tengav kiriye. Dewleta Tirk a hewl da bi şewitandin û xerakirinê re vê ji holê rake, bi ser neket. Kurdan êdî îlan kirin ku sîstema dewletê qebûl nakin. Kurd hewl didin modelekê ava bikin, lê dewleta Tirk vê qebûl nake. Baş e li hemberî vê divê em çi bikin? Bêguman wê parastina xwe bike. Ji ber vê eykê xweparastina li Bakurê Kurdistanê rêabzeke parastinê ya jêneveger e. Tevî vê yekê pêwîste Kurd ji aliyê siyasî û çandî ve jî saziyên xwe damezrînin. Girîng e Kurd modela xwe ava bikin. Niha li Rojava kes Kurdan diparêzin? Na. Kurd bi avakirina saziyên xwe re xwe birêve dibin. Divê ev model li Bakurê Kurdistanê jî bikeve meriyetê. Bêguman dewlet vê qebûl nake, lê Kurd wê bi berxwedana xwe re vê bide qebûlkirin. Ev êdî zelal e; Li Bakurê Kurdistanê bêyî têkoşînê mafekî ku dewlet bide nîne."

'EGER KURD TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN WÊ BI SER BIKEVIN'

Rojnamevan Amed Dîcle da zanîn, ku dewleta Tirk niha têkoşînê bi tenê bi helîkopter, tank û topan dimeşîne û ev xal destnîşan kir: "Tevî vê yekê jî bi ser nakeve. Lewma destketiyên li Rojava dike bahane û dixwaze êrîşî Rojava û Bakurê Kurdistanê bike. Dema DYA û Rûsya destûra vê nade, hingî bi topên hawanê êrîşî Rojava dike. Yanî modela Rojava li hemberî xwe xetere dibîne. Tirsa dewletê ew e ku ev model li Tirkiyeyê bikeve meriyetê. Yanî dixwaze hem li Rojava hem jî li Bakur li Tevgera Azadiyê ya Kurd bixe û tine bike. Êdî Ewropa û DYA hêza Kurdan dibînin. Lewma eger Kurd bi biryardarî vê têkoşîna xwe bidomîne, wê bi ser bikevin."

Panel bi pirs û bersivê dewam kir.