Delîl: Dijmin ji şiyarbûna Kurdan tirsiya

Gerîla Rêzan Delîl bi rasthatina Pêngava 15’ê Tebaxê got: "Bi guleya yekem a Fermandarê Mezin Egîd gelê Kurd ji bin hişyar bû. Dijmin ji şiyarbûna Kurdan tirsiya."

Ji bo 35’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîla Rêzan Delîl hestên xwe anî ziman û got: "Guleya ku bi destê Fermandarê mezin heval Egîd (Mahsûm Korkmaz) hate teqandin, gelê ku bi betonê hatibû fetisandin hişyar kir û dijmin jî hêza gel dît. Dijmin bi Pêngava 15’ê Tebaxê ji şiyarbûna gelê Kurd tirsya."

'BI TEQANDINA GULEYA YEKEM PÊNGAVEKE NÛ HATE AVÊTIN'

Gerîla Delîl salvegera 35’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê di serî de li Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû hêzên gerîla, her çar beşên Kurdisanê, gelê şoreşger, dayik û bavê şehîdan piroz kir û got: "Bi Pêngava 15’ê Tebaxê gel şiyar bû, hêz û artêşbûna gerîla çêbû. Li çiyayên Kurdistanê heta roja îro, li her bajar, her çiyayek Kurdistanê hêz ava bûn. Di sala 1984’an de li Dihê bi pêşengiya Fermandarê Mezin Heval Egid guleya yekê hate teqandin û qonaxeke nû di Tevgera Azadiya Kurdistanê dest pê kir."

'15’Ê TEBAXÊ DIJMIN HEJAND'

Delîl wiha domand: "Her tim dijmin digot; 'me Kurd li çiyayê Agirî beton kiriye, nema dikarin rabin ser piya'. Ew guleya destpêkê bû bersivek li hember kiryarê dijmin ji bo îmhaya Kurdan. Teqandina guleyê bû sedemê herikîna gerîla. Dijmin bi Pêngava 15’ê Tebaxê hejiya. Rêber Apo damezrandina tevgera Apoyî bi çend kesî re ragihand  û di roja me ya îro bi hezaran şervanê tevgera azadiyê hene. Dijmin her tim dibêje; 'Em ê kurdan xilas bikin'. Bi rastî 15’ê Tebaxê şiyarkirina ciwanên Kurd û gelê Kurd bû û ji bo dijmin bizane ku hêzeke wisa heye ku roj bi roj wê mezin bibe."

'LI DIJÎ XIYANETÊ BÛ DERMAN'

Gerila Rêzan Delîl bal kişand ser serhildanên Kurdan û wiha pê de çû: "Gelek serhildanên Kurdan ji Tirkiyeyê heta Rojhilatê û Başurê Kurdistanê, bi taybetî Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo, Simkoyê Şikak, Mûstefa Barzanî, Şêx Seîd, Seîd Rîza û gelek serhildanên wisa çêbûn, lê piştî 15’ê Tebaxê ew kêmasiyê berê nehatin dubarekirin. Gerîlayê nûjen bi rêya 15’ê Tebaxê geş û xurt bû, pêl veda, herîkî nava deşt û çiyayan. Pêngava 15'ê Tebaxê weke volkanekê li Kurdistanê teqiya û bingeha vê pêngavê bi hezaran keç û dayikan xurt bû. 15’ê Tebaxê ji bo hemû serhildanên ku bi sedema xiyanet û nenaskirina dijmin binketibû, bû dermanek."

'DIVÊ HER CIWANEK KURD RÊ Û FIKRÊ RÊBER APO BIŞOPÎNE'

Rêzan Delîl got: "Ew kesên ku bi rêya netewe-dewletan hatin xapandin û li her çar parçeyên Kurdistanê desthilatdar in, êdî nayên pejirandin. Xiyanetên ku bi rêya dewletan pêk tên, hêzên kapîtalîst ku bi rojane ciwanan û civakê dihelîne, êdî bingehê wê lewaz bûye. Dema ku mirov li Başûrê Kurdisanê temaşe dike, dewleta Tirk dijminê Kurdan ê herî pêşeng e û di dîroka Kurdistanê de cihê xwe digirin. Bîr û baweriya 15’ê Tebaxê bûye pêşeng ji ciwan, kal û pîran re. Êdî êrîş û dagirkeriya li Kurdistanê napejirînin. Divê her ciwanên Kurd her tim vê rêkê û fikrê Rêber Apo bişopîne."