Del Ponte: Sûcê şer û xiyanet li Kurdan kirin

Dozgera berê ya DCN Del Ponte diyar kir ku Tirkiyeyê li Sûriyeyê sûcê şer kiriye û got, ji bo darizandinê pêwîstî bi destûra KENY heye. Del Ponte pratîka NY a der barê Sûriyeyê rexne kir û got, "Serketin nîne, xiyanet û sûcê şer ê li dijî Kurdan heye."

Serdozgera berê ya Federal a Swîsreyê û Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) Carla Del Ponto pratîka Neteweyên Yekbûyî ya di Şerê Sûriyeyê de, sûcên şer ên li Sûriyeyê, hebûna Tirkiyeyê û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.

Del Ponto bi bîr xist ku piştî wezîfeya 5 salan a li nava Komîsyona Lêpirsînê ya Sûriyeyê ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî, wê ji ber du sedeman îstifa kiriye û got, "Sedema destpêkê ew bû; tevî ku me karên girîng kir û rapor amade kir Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ji bo lêpirsîna sûcên şer ên li Sûriyeyê dadgeheke navneteweyî ava nekir.

Sedema duyemîn jî; Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Sûriyeyê ji bo eşkerekirina sûcên li Sûriyeyê tên kirin di destpêkê de girîng bû, lê belê piştre bi ser sûcan ve neçû. Lewma hebûna vê komîsyonê ji bo min bêwate bû û min jî ji bo şermezarkirina vê yekê îstifa kir."

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ JI BILÎ 'ALÎKARIYA ÎNSANÎ' TIŞTEK NEKIR

Ji bo rola Neteweyên Yekbûyî ya di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de Del Ponte got, "Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de rola Neteweyên Yekbûyî tenê alîkariya însanî bû. Ji bo pêkanîna aştiyê Neteweyên Yekbûyî tiştekî mezin nekir. Neteweyên Yekbûyî destpêkê xwest li Cenevreyê hevdîtinan bike, lê bi ser neket. Hikumeta Sûriyeyê nexwest tevlî hevdîtinan bibe û li aliyê din jî komên 'mûxalîf' gelek tişt qebûl nekirin. Tişta herî xerab jî DAÎŞ û alîgirên tundiyê li Sûriyeyê belav bûn."

Del Ponte destnîşan kir ku eger daxwaza aştiyê li dinyayê tê kirin, divê saziyeke girîng a mîna Neteweyên Yekbûyî êdî xwe nû bike û got, "Mixabin Neteweyên Yekbûyî di rewşa heyî de ji bilî alîkariya însanî tiştekî nake. Neteweyên Yekbûyî neçare ku xwe nû bike. Lê belê ev yek zehmet e ji ber ku hin dewlet vê yekê napejirînin."

'ME TI SERKETIN NEDÎTIN'

Der barê hevdîtinên Cenevreyê Del Ponte got, "Mixaibin min heta niha ti serketin nedît. Belê ji aliyê rojane ve civîn tên kirin, lê belê me heta niha tiştekî erênî nedît. Tevlîbûna rejîmê li van civînan erênî jî be ji bo mirov bêjin serketineke, divê mirov li hêviya encamên van civînan bin."

'MIN FÊHM NEKIRIYE KU ÇIMA KURD NAYÊN VEXWENDIN'

Der barê nevexwendina Kurdan a ji bo civînên Cenevreyê Del Ponte got, "Ez nizanim ku çima Kurd nehatin vexwendin, min hîn fêhm nekiriye. Divê Kurd ji bo van hevdîtinan bên vexwendin û di hevdîtinan de çalak bin. Kurdan tevî DYE'yê bi rengekî çalak li dijî DAÎŞ'ê têkoşiyan. Lê belê niha heman DYE hatiye wê astê ku dest ji Kurdan berdide. Ya herî xerab jî li pêşberî êrişên Tirkiyeyê Kurd bi tenê hatin hiştin. Kurd di pêvajoyeke hesas de ne, lê mixabin pirsgirêkên heyî yên Kurdan ne xema civaka navneteweyî ye."

'HEBÛNA TIRKIYEYÊ YA LI SÛRIYEYÊ BINPÊKIRINA HIQÛQA NAVNETEWEYÎ YE'

Del Ponte anî ziman ku Tirkiyeyê bi taybetî Erdogan her tim Kurdên li Sûriyeyê ji bo xwe weke pirsgirêkeke mezin dît û got, "Bi hinceta ewlekariya sînor, hiqûqa navneteweyî bi rengekî giran binpê kir, ket xaka welatekî û yekser tevlî şerê li Sûriyeyê bû. Ev yek binpêkirineke giran a hiqûqa navneteweyî ye."

'NETEWEYÊN YEKBÛYÎ Û CIVAKA NAVNETEWEYÎ NEÇAR IN DEST LI REWŞÊ WERDIN'

Del Ponte destnîşan kir ku ewlekariya sînor ti carî ji bo dewleta Tirk nebû pirsgirêk û got, "Lê belê ev yek ji xwe re kir hincet û dixwaze ku Kurdan li wê herêmê nehêlin. Li pêşberî vê rewşê ya ku herî zêde min matmayî dihêle, bêhlwestiya Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî ya li pêşberî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya ji aliyê Tirkiyeyê ve ye. Ji wê jî wêdetir neparastina Kurdan li hemberî êrişên Tirkiyeyê min êşand û bi hêrs kir. Rewşa ku Kurd niha di nav de ne nebaşe, civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî neçar in dest li vê rewşê werdin."

Del Ponte destnîşan kir ku hêzên navneteweyî xiyanet li Kurdan kir û got, "Ev rewş tiştekî gelekî nebaşe. Li gorî min divê ji bo vê rewşa Kurdan di demeke kurt de çareseriyek bê peydakirin. Lê mixabin ev nayê kirin. Li şûna ku çareserî ji vê rewşê re bê dîtin Kurd tên terikandin ku ev nêzîkatî nayê qebûlkirin. Divê çareseriyeke bê qebûlkirin bê peydakirin."

Del Ponte anî ziman ku dewleta Tirk û Erdogan li Sûriyeyê sûcê şer dikin û got, "Tevî hin koman xaka Sûriyeyê dagir dike. Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûc dike. Der barê vê de divê lêpirsînek hebe, lê mixabin heta niha tiştek nehatiye kirin."