Defend Kurdistan serdana Komala û Zehmetkêşanê Kurdistanê kir -NÛ BÛ

Însiyatîfa Parastina Kurdistanê di çarçoveya danûstandinên xwe de yên li Başûrê Kurdistanê, serdana Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê û Komala yên ji Rojhilatê Kurdistanê kir.

Defend Kurdistan (Însiyatîfa Parastina Kurdistanê) serdana gundê Rizgarî yê herêma Qeredaxê kir û li navenda Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê ya ji Rojhilatê Kurdistanê bi rayedarên partiyê re rûnişt.

Heyeta navneteweyî ji aliyê rêveber û endamên partiyê ve hate pêşwazîkirin.

Heyetê di hevdîtinê de qala armanca xwe ya danûstandinên li Başûrê Kurdistanê kir û ragihand ku armanca wan a bingehîn pêşîgirtina li êrişên dagirkeriyê ye û xurtkiriya yekîtiya nava Kurdan e.

Ji rêveberên Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê Newid Mihrawerd jî li civînê axivî, diyar kir ku ew piştgiriyê didin hewldanên heyetê û got, "Her hewldanek ji bo pêşîtgirtina li şer ji bo me pîroz e. Em hêvîdar in ku wê bigihêjin armanca xwe."

Hevdîtineke din jî bi rêxistina Komala re hate kirin ku li Rojhilatê Kurdistanê kar dike. Ji rayedarên partiyê Riza Kabe diyar kir ku li Rojhilata Navîn sîstema emperyalîst-kapîtalîst gelan berdidin hev û têkoşîna hevpar a li dijî vê yekê şert e.

Kabe sivîlên ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şehîd bûn bi bîr anî û destnîşan kir ku Kurd wê çar parçeyan azad bikin û welatekî ava bikin.

Ji Partiya Kedkar Îbrahîm Alî Zade jî anî ziman ku dewleta Tirk di êrişên dagirkeriyê de êdî sînoran nas nake û di van êrişan de bi tenê nîne; DYE qada hewayî lê vekiriye û Iraq û hêzên din jî bêdeng in. Alî Zade bi rêya heyetê bang li raya giştî ya Ewropayê kir ku li ber êrişan rabin.