Xizmên girtiyên nexweş li Baroya Wanê Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Çalakî di roja 8’an de didome. Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Umît Dede jî çû serdana malbatan.
‘JI SALA 2020’AN Û HETA NIHA 59 GIRTIYÊN NEXWEŞ JIYANA XWE JI DEST DAN’
Dede bi bîr xist ku ji sala 2020’an û heta niha 59 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane û got “Girtîgehên Tirkiyeyê bûne navendên ku êşkence, binpêkirinên mafan û jiyana li dijî rûmeta mirovahiyê. Di tu salan de binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nebûne wekî 4, 5 salên dawîn.”
Dede diyar kir ku ji pêşîlêgirtina binpêkirinên mafan komîsyona wan têkoşîneke hiqûqî dimeşîne û got “Duh jî girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan û hefteyek berê jî hevala me Garîbe gav bi gav ber bi xwekuştinê ve çû. Ev jî diyar dike ku têkoşîn û hewldana me çiqasî qels e. Divê hemû beşên civak û mûxalefetê piştgiriyê bidin vê nobeta jiyanê. Divê em vê polîtîkayên girtîgehê di warê hiqûqî û siyasî de teşhîr bikin.”
Dede diyar kir şirîkê sûcên li girtîgehan Wezareta Edaletê û desthilatdariya siyasî ye û got “Tekane banga me ya ji bo wan re ev e ku bila teslîm bibin. Divê wezîrê edaletê îstîfa bike û desthilatdariya siyasî jî vê rewşê bi dawî bike. Em bang li hemû kesan dikin ku li hemberî binpêkirin, êşkence û sirgunkirina girtiyan rabin.”
Dayikên di Nobeta Edaletê de jî diyar kirin heta ku binpêkirin bi dawî bibe wê têkoşîna xwe bidomînin.