DBP: Komara Kurdistanê girîngiya yekîtiya netewî bibîra me dixe

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), di salvegera Komara Kurdistanê ya li Mihabadê hate avkirin de daxuyaniyek da, anî ziman ku Komara Kurdistanê carekî din ji bo Kurdan diyar kir ku bê ka yekîtiya netewî çiqasî girîng e.

DBP a daxuyaniyek da şehîdên Komara Kurdistanê bi rêzdarî bibîr anî û got: “Komara Kurdistanê wê demê ji bo çar parçeyên Kurdistanê çavkaniya hêviyê bû.

Di demê Komara Kurdistanê de gelek pêşketin pêk hatibûn. Ji van jî avakirina Meclîs, destpêkirina perwerdeya bi zimanê dayikê, rojnameya her du rojan bê derxistin, kovarên mehane, kovarên ku jinan derdixist hate belavkirin û dîsa enstîtûya Ozanên Gelê Kurd hatibû avakirin. Di demeke kin de têkildarî dîrok û çanda Kurd gelek pêşketin pêk hatibûn.

Komara Kurdistanê ya temenê wê 11 meh dom kir bû hêviya gelê Kurd, îro ji bo me carekî din girîngiya yekîtiya netewî bibîr dixe. Bi yekîtiya netewî û bihevrebûna çar parçeyên Kurdistanê, Salvegera 75’an a Komara Kurdistanê ya yek ji delîla ku gelê Kurd bi dest xistiye, bi sirûda ‘Niha Dema Yekîtiya Netewî û Pêkanîna Azadiyê ye’ tê pêşwazîkirin, yên ku ji bo yekîtiya netewî û azadiya gelê Kurd canê xwe feda kirine, bi rêzdarî û minet bibîr tînin.”