DBP: Fikarên me li ser tenduristiya Arslan hene

DBP'ê li ser rewşa hevserokê xwe yê giştî Mehmet Arslan daxuyaniyeke nivîskî weşand ku 1o roj in Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê bi tenê di hucreyê de tê hiştin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, Hevserokê Giştî yê DBP'e Mehmet Arslan ji ber ku li dijî polîtîkayên şer ên AKP'ê parastina aştiyê kiriye ji aliyê desthilatdarî û dadgeriya AKP'ê ve ev 10 roj in li Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê di hucreya yek kesî de tê hiştin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku nexweşiya bêhnstandinê bi hevserokê wan re heye, beriya niha bi demeke kin ji bêvila xwe emeliyat bû, nexweşiya Sedefê pê re heye û ji ber ku dermanên wî bi têrkerî nayê dayin di bedena wî de birîn der bûne.

DBP'ê diyar kir ku bi hinceta veguhastinê, tecrîda li ser hevserokê wan tê şidandin û wiha dewam kir, "Veguhastina hevserokê me di nava van şert û mercan de ji bo girtîgeheke din, cihê fikaran e. Eger rewşeke neyînî rû bide, wê desthilatdariya AKP jê berpirsyar be.

Hiştina hevserokê me Arslan li hucreya yek kesî, kiryareke nebaş e û binpêkirina mafên mirovan e. Em vê kiryara li dijî mirovahiyê qebûl nakin û dixwazin hevserokê me yê giştî tavilê were berdan."