DBP'ê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir

DBP'ê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir û got, "Em bang li gelê Kurd, dostan, her kesên alîgirê demokrasî û azadiyê dikin ku têkoşîneke hevpar bimeşînin."

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), bi daxuyaniyeke nivîskî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir.

DBP'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di serî de gelê Kurd, hemû gelan li dijî çeteyên DAÎŞ'ê berxwedaneke mezin nîşan dan û got: "Bi canê xwe Kobanê parastin. Yek ji remzên berxwedana Kobanê Arîn Mîrkan, bi çalakiya xwe ya li dijî çeteyan pêşengiya azadiya Kobanê kir û bi hezaran şoreşgeran gihand Şoreşa Rojava. Li çar aliyê dinyayê şoreşger li dijî DAÎŞ'ê şer kirin û Kobanê kirin navenda Şoreşa Rojava."

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin 133 roj berxwedaneke destanî ji bo parastina rûmeta mirovahiyê hatiye dayîn û ev bang hate kirin: "Çawa ku dema Şerê Duyemîn ê Cîhanê li Stalîngradê faşîzm bi awayekî mezin têk çû, li Kobanê jî bi berxwedana ji 7 salî heta 70 saliyan destûr nehat dayîn ku faşîzm û tarîtiya DAÎŞ'ê bi pêş ve biçe. Bi sekn û têkoşîna gelê Kurdistanê tenê DAÎŞ têk neçû, di heman demê de kesên ku bi xeyala 'Kobanê ket, wê bikeve' ketin nav hêviyê jî têk çûn."

Di dawiya daxuyaniyê hate destnîşankirin ku weke DBP ew li cem hemû gelên ku têkoşîna azadiyê mezin dikin cih digirin û bi vê wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û Piştevaniyê pîroz dikin; banga têkoşîna hevpar li gelê Kurd, dostên wan, hemû kesên ku doza demokrasî û azadiyê dimeşînin dikin.