DBP: Doza Kobanê fermîkirina qirkirina siyasî ye

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) têkildarî 'Doza Kobanê' ku weke doza kûmpasê ya desthilatdariya AKP-MHP'ê tê naskirin, daxuyaniyek da û diyar kir ku ev doz fermîkirina qirkirina siyasî ya li dijî Kurdan e.

DBP'ê li ser 'Doza Kobanê' ku 28 jê dîlgirtî 108 kes lê tên darizandin, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di vê dozê de em nayên darizandin, em mehkeme dikin. Lewma di encamê de yê bi ser bikevin em in."

Daxuyaniya DBP'ê wiha dewam kir: "Desthilatdariya AKP-MHP'ê paşeroja xwe di qirkirina siyasî ya Kurdan de dibîne. Doza Kobanê ya ku îro li Enqereyê pêk tê, fermîbûna êrişên li dijî gelê Kurd e. Li dijî siyaseta Kurd a ku bêdeng namîne, li ber xwe dide û bi rêya sêyemîn deriyê çareseriyê afirandiye, ya ku niha tê kirin hewldana komkujiyekê ye."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Ev doz ne tenê li dijî HDP'ê û 108 kesan e, di şexsê wan de dozeke qirkirina siyasî ya li dijî gelekî ye. Li ser bingeha tasfiyekirina destketiyên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hewldana ji bo bicihanîna faşîzmê ye. Em bang li rêveberiyên navendî yên Iraq û Sûriyeyê dikin. Êrişên xwe yên li dijî gelan rawestînin ku gelan nîşan dan li Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê jiyana bi hev re ya aştiyane pêkane. Berxwedana gelan wê desthilatdariya we bihejîne û têk bibe. Operasyonên siyasî yên desthilatdariya AKP-MHP'ê, tayînkirina qeyûman, binpêkirina mafên mirovan li zindanan û tecrîd, dagirkirina li Rojava, talan, operasyonên leşkerî yên li Başûr, hewldanên pêkanîna plana têkbirinê ya topyekûn û dijminatiya li dijî Kurdan e. Bersiva me ya li dijî êrişan wê berxwedan be."