Dayikên li Amedê: Heta ku tecrîd rabe em ê li qadan bin

Dayikên girtiyan ên ku li Parka Koşûyolûyê ya Amedê çalakî li dar xistin, diyar kirin heta ku tecrîd rabe ew ê li qadan bin.

Dayikên Laçikspî yên ku 22 roj in bi armanca balê bikişînin ser daxwaza zarokên xwe yên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, dîsa li ber Parka Koşûyolû ya Amedê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikan pişti li Postexaneya Ofîs a Yenîşehîrê ji Wezareta Dadê re faks şandin, meşiyan Parka Koşûyolû. Dayik, piştî saetekê li ber Parka Koşûyolûyê rûniştin. Parlamentera HDP'ê Remziye Tosûn û rêveberên HDP û DBP'ê yên navçe û bajar jî tev li çalakiyê bûn û piştgirî dan dayikan. Çalakiya rûniştine bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan”, “Emê bi berxwedane bi ser bikevin", “Girtiyên siyasi rûmeta me ne” " berz kirin û bi tilîlî û çepikan dengê xwe bilind kirin.

Dayik piştî rûniştinê derbasî avahiya Şaxa TÛAY-DER'ê bûn û li vir daxuyanî dan. Welatiyên derdorê jî bi çepik û tilîlîyan piştgirî dan dayikan. Li ser navê dayikan Guler Yuksekbag a ku hevjînê wê Bakir Yuksekbag 25 salin girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa T-1 a Rihayê girtî ye, diyar kir ku girtî li girtîgehê û dayik li derve di çalakiyê de ne. Yuksekbag anî ziman ku niha parêzer çûne Îmraliye û hevdîtin didome û wiha got: "Ger ku hevdîtin erênî pêk bê û tecrîd bi dawî bibe çalakiya me jî wê bi dawî bibe. Na ger ku tecrîd bidome çalakiya me jî wê bidome. Em li têkoşîna zarokên xwe xwedî derdikevin."