Dayikên ku li Mexmûrê li ber xwe didin kî ne?

Dayikên Aştiyê yên kampa Penaberan a Mexmûrê 12 roj in li pêşiya Asayîşa PDK'ê ji bo bidawîbûna ambargoya li ser kampa wan li ber xwe didin. Dayikên ku dibêjin heta ambargo bi dawî bibe wê li ber xwe bidin, jiyanan bi temamî bi berxwedanê derbas bûye.

Piştî ku Berpirsyarê MÎT'ê yê Başûrê Kurdistanê Osman Kose di 17'ê Tîrmehê de hate kuştin, tiştak ku PDK'ê û rêveberiya herêmî di destpêkê de kirin pêkanîna ambargoyê li ser kampa penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bû. Vê yekê bandoreke giran li jiyana rojane ya şêniyên wargehê kir.

Ji ber hewldanên şêniyên wargehê bê encam man Dayikên Aştiyê ketin nava liv û tevgerê. Ji bo sedema ambargoyê hîn bibin û hevdîtinê bi rêveberên Başûr û asayîşê re bikin di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Dinyayê de xwestin biçin Hewlêrê. Lê belê Asayîşa PDK'ê nehişt ku Dayikên Aştiyê bikevin nava bajarê Hewlêrê. Ji ber vê yekê jî Dayikên Aştiyê li pêşiya Asayîşa PDK'ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin ku 12 roj in didome.

HER YEK XWEDÎ ÇÎROKEKE BERXWEDANÊ NE

Her yek ji Dayikên Aştiyê yên li pêşiya Asayîşa PDK'ê li ber xwe didin, xwedî çîrokeke berxwedanê ye, jiyana wan bi berxwedanê derbas bûye. Dayikên Aştiyê ku ji zext, zilm û êşkenceya dewleta Tirk, her wiha ji ber şewitandina gundan reviyan Başûrê Kurdistanê nêzî 25 sal in li deverên cuda yên Başûr li kampan bûne penaber. Li her kampa lê man jî bi hincetên cuda bûn hedefa êrîş û ambargoyan. Dayik dibêjin ku wan bi berxwedana li dijî van êrîşan xwe gihandine vê astê.

'HETA KU AMBARGO BÊ RAKIRIN EM LI VÊ DEVERÊ NE'

Yek ji wan jî Hacer Kara ye. Weke 'Dayika Şerbet' tê naskirin. Hacer Kara ya 60 salî dayika 9 zarokan e, bi giranî zarokên wê li kampên li Başûr hatine dinyayê.

Hacer Kara qala serpêhatiya xwe kir: "Ji ber êrîşên dewleta Tirk di sala 1990'î de em ji gundê xwe derketin û destpêkê hatin Zaxoyê. Ji Zaxoyê çûn Etrûşê ji wir li kampa Nehdara man û piştre hatin kampa Mexmûrê. Der dora 25 sal in em li welatê xwe koçber in. Li kampên din gelekî zext li me kirin. Êrîş li kampên me kirin. Ciwanên me qetil kirin... Niha jî du meh in ji ber sedemeke ku em pê nizanin ambargo li ser kampê heye. Nahêlin ku nexweş biçin nexweşxaneyê. Nahêlin ku xwarin, derman û gelek pêwîstiyên din bigihêjin kampê. Heta çend rojan nedihiştin ku zarokên me yên li Hewlêr, Selahaddînê dixwinin biçin dibistanê. Em nizanin ku ambargo ji ber çiye. Ji bo hînbûna vê yekê em hatin, lê nehiştin ku em biçin Hewlêrê. Me jî li vê deverê dest bi çalakiyê kirin. Em tenê tiştekî dixwazin; vê ambargoya bêwate û bêsedem rakin. Heta ku ambargo bê rakirin em ê li vir bin."

JI ZAROKÊN WÊ 2 LI GERÎLA NE, XWIŞKA WÊ JÎ ŞEHÎD E

Yek ji berxwedêran jî dayika Hacer e, ku dayika 7 zarokan û du kurên wê li nava refên gerîla ye, xwişkeke wê jî şehîd bûye. Di nava malbata wê de gelek şehîd hene. Ji malbatê niha 6 gerîla hene.

Dayika Hacer jî qala serpêhatiya xwe kir:

"Di sala 1994'an de em neçar man ji gundê xwe koç bikin. Destpêkê em hatin kampa Bihêre.  Piştî ku derdora 6 mehan li wê deverê man em neçar man ji wir derkevin. Nîvê şevê em derxistin. Li wê deverê em birin Bêrsiwê. Li wir jî di nava şert û mercên giran de em man. Kon nebû, mal nebû. Jiyana me ya li wê deverê bi herî û nexweşiyan bû. Piştre em çûn Etrûşê û neçar man 1.5 salan li Etrûşê bimînin. Em nekarî li wê deverê bisekinin ji ber ku şert û mercên wê ji ya din zehmettir bû. Ji wir jî em neçar man biçin Nehdara. Hingî çar zarokên min hebûn. Bi çar zarokan em li kampan digeriyan. Ji wir em çûn Nînovayê lê belê piştî demeke kurt em çûn Mexmûrê. Bûye nêzî 20 sal em li Mexmûrê ne. Dema em hatin kampê tiştek nebû. Av jî nebû. Dûpişt bela bû. Ji ber jehra tûpişkan gelek zarokan jiyana xwe ji dest dan. Dareke bi tenê nebû ku em xwe bidin ber siya wê. Em xebitîn û me ji xwe re xaniyên ji keviran ava kir. Me jiyan li vê deverê afirand. Ji roja ku em hatine vê deverê û vir ve tişta nehatiye serê me nemaye. Gelek caran ambargo danîn ser kampê, hin rojan nan jî bi destê me nediket. Xwestin îradeya me teslîm werbigirin. Lê belê bi ser neketin. Niha careke din ambargo li me ferz kirine, ku ti sedemeke xwe jî nîne. Em ê biçûna serdana wan û ji wan bixwasta ku serdema ambargoyê ji me re ragihînin, lê belê nehiştin ku em bikevin Hewlêrê. Ji ber vê yekê me li vê deverê dest bi çalakiyê kir û heta encamê werbigirin em ê çalakiya xwe bidomînin."

LI WELATÊ XWE LI KOÇBERIYÊ

Kûmrû Tûnç jî temenê wê li welatê wê di rêyên koçberiyê re derbas bûye. Di sala 1984'an de Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir, di sala 1988'an de birayê wê beşdarî nava refên gerîla bû. Sala 1994'an li welatê xwe koçber bû. Hîn jî koçber e.

Kûmrû Tûnç got, "Di sala 1994'an de em neçar man ji gundê xwe derkevin. Devera destpêkê ya em hatin kampa Bihêrê bû. Piştî ku em çend mehan li wê deverê man ku tiştek lê nebû, êvarê em li wesayitê siwar bûn û bi rengekî qaçax derbasî Bêspiyê bûn. Li welatê me deverek ji bo me nebû. Lewma em koçber bûn. Tiştekî zor e ku mirov li welatê xwe devereke lê bimîne nebîne.

Piştî du salan em derbasî Etrûşê bûn û ji wir jî derbasî Nînovayê bûn. Di sala 1997'an de li Nînovayê hîn çend meh derbas nebû şerê Birakujiyê dest pê kir. Pêşmergeyên PDK'ê li kolanê li kurê min ê bêsûc reşandin û ew kuştin. Kurekî min jî di sala 2006'an de tevlî nava gerîla bû, di sala 2014'an de şehîd bû.

Li Mexmûrê em xebitîn û di dawiya dawî de me ji xwe re devereke ku lê bimînin ava kir. Me li her deverê şitlên daran çandin. Li devera ku tiştek nebû me kir nehiyeyeke ku her devera wê şîn e. Me bi keda xwe ev yek kir. Heta em sax bin em ê li vir bin. Em ê heta dawiyê bi doza xwe û têkoşîna xwe ve girêdayî bin."