Dayikên Aştiyê li dijî dagirkeriyê li qadan bûn

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê li dijî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê banga yekîtiyê kirin.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û helwesta PDK’ê dan.

Dayikên Aştiyê li ber derê avahiya HDP’ê ya bajar hatin ba hev û banga yekîtiyê kirin.

Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Perîhan Altûn axivî û nerazîbûn nîşanî hewldanên polîsan kirin û got: “Armanca me aştî û yekîtî ye. Ji bo wê li vir kom bûne. Hûn jî didin nîşandan ku li dijî vê ne. Hûn bibin asteng jî dayik wê ji bo yekîtiyê tim li qadan bin.”

Altûn bang li Kurdên li Başûrê Kurdistanê kir û got: “Hûn jî dengê xwe bilind bikin. Bi hev re bibin deng. Bêjin yekîtî.”

Dayika Aştiyê Besna Gunay jî diyar kir ku ew şer naxwazin û banga çareseriyê kir.