Dayika Yagiz: Rewşa Yagiz pir giran e!

Muazzez Yagiz, dayika Nasir Yagiz ê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 109 roj in li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr di girevê de ye, anî ziman ku her roja diçe rewşa Yagiz giran e, nikare rabe.

Berxwedana yek ji çalakvanên grevên birçîbûnê Nasir Yagiz ê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr a Başûrê Kurdistanê dayî destpê kirin di roja 109’an de ye. 

Her roja diçe rewşa tenduristî û fizîkî ya Yagiz giran dibe. 

Yagiz 26'ê Sibatê di roja 98'an de ji ber giranbûna rewşa wî ya tenduristiyê rakiribûn Nexweşxaneya Par, piştî kontrolên doktoran Yagiz tedawî red kir û berxwedana xwe dewam kir.

Her wiha berê jî 1'ê Çileya 2019'an jî ji ber rewşa giranbûnê Yagiz di roja 73'an de rakiribûn nexweşxaneyê. Lê piştî kontrolên doktoran Yagiz bi biryardarî çalakiya xwe domandibû.

NE TENÊ REWŞA NASIR REWŞA HEMÛ GIRTIYA XIRAB DIBE

Li ser rewşa tenduristiyê Dayika Nasir Yagiz Muazzez Yagiz agahî da ANF’ê. Dayika Yagiz destnîşan kir ku her roja diçe rewşa tenduristiyê ya Nasir giran û nebaş dibe. Ne tenê tenduristiya Nasir, heman demê ya Leyla Guven û dîsa girtiyên li zindanan giran dibe.

‘TAVILÊ BILA TECRÎD BIDAWÎ BIBE, KEZEBÊN ME LI BER ÇAVÊN ME DIHELIN’

Dayika Muazzez bal kişand ser daxwazên çalakvanan û wiha pê de çû: “Daxwaza me ew e ku demildest daxwazên van çalakvanan bên bicih anîn. Êdî bes e bila bes dilê dayikan bişewite, roj bi roj kezeba me li ber çavê me dihele. Bila tavilê bikevin tevgerê. Daxwaza me ew e ku tecrîd bê şikandin û aştiyek pêk were. Dilê ti dayikan neêş e.”

‘REWŞA WÎ PIR GIRAN E’

Dayika Muazzez Yagiz bal kişand ser rewşa giran a tenduristiyê ya kurê xwe û ev tişt got: “Ji ber giraniya tenduristiyê Nasir sibeha qet nikare rabe ser xwe, hevrêyên wî dikevin ber milê wî heta dikare hinek rabe. Dîsa şevê nikare raze, êşa serê wî pir wî dide zorê. Her wiha dîsa lêdana dilê wî kêm û bilind dibe. Bi kinahî hemû estî û ezayê laşê wî diêşe, nefes tengî dibe. Heta niha 13 kêlo li xwe kêm kiriye.”

‘RABIN DENGÊ XWE TEVLÎ DENGÊ WAN BIKIN’

Herî dawî dayika Muazzez bang kir ku ji bo şikandina tecrîdê divê her kes rabe ser xwe. Dayika Yagiz ev bang kir: “Divê gelê me li her derê rabe ser xwe, dakevin qadan dengê xwe bilind bikin û dengê xwe tevlî dengê van çalakvanan bikin. Êdî bes e bila dilê tu dayikan neşewite.Êdî bes e.”