Dayika aştiyê ya 59 salî hate destgîrkirin

Dayika aştiyê Halîme Işik a 59 salî ku gelek nexweşiyên wê hene, hate destgîrkirin.

Rejîma AKP-MHP’ê, bi nêzbûna hilbijartinên 24’ê Hezîranê ku her diçe dibetiya windakirina wan zêdetir dibe, ji 7 saliyan heta 70 saliyan li hemberî gelê Kurd zextên xwe giran dike. 

Halîme Işik (59) a endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê li mala xwe ya li Taxa Cûmhûriyetê ya Artûklûyê di encama serdegirtina polêsan de, hate desgîrkirin. Işik di serdegirtinê de hate destgîrkirin. Bi hinceta ku ji hêla dozgerê dewleta Tirk ve ‘biryara lêgerînê’ di derbarê wê de heye, hate destgîrkirin û li şaxa TEM’ê tê dîlgirtin.

Hevjînê dayika Helîme Işik Hamit Işik, anî ziman ku gelek nexweşiyên hevjîna wî hene û nahêlin ku parêzer jî pê re hevdîtinê çêbikin.