Dayika 4 şehîdan Haran çû ser dilovaniya xwe

Mevlude Haran ku di nava têkoşîna azadiyê de çar zarokên wê şehîd bûn û ji ber ku gundê wan hate şewitandin neçar ma koç bike, di 97 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.

Gundikê Çelebî yê ser bi gundê Huseynîk ê navçeya Licê ya Amedê di sala 1994'an de ji aliyê hêzên Tirk ve hate şewitandin, Mevlude Haran tevî malbata xwe neçar ma koçî navenda bajêr bike.

Haran ku demek bû ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dihate dermankirin, di 97 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.

Cenazeyê Haran li Goristana Yenîkoyê hate veşartin. Ji ber vîrûsa koronayê ferdên malbatê di merasîma cenaze de li gorî mesafeya civakî tevdigeriyan.

4 zarokên Mevlude Haran di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dabûn. Hevserê wê Mehmet Haran jî di sala 2013'an de dema ku 92 salî bû jiyana xwe ji dest dabû.