Dayik Emîne Şenyaşar: Pêwîstiya me bi piştgiriya parêzeran heye

Dayik Emîne Şenyaşar ku ji bo edaletê li ber xwe dide bang li parêzeran kir ku piştgiriya wan bike.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê ve hatin kuştin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndar bû, 197 roj in ji bo edaletê di nobedê de ye.

Dayika Şenyaşar tevî kurê xwe li pêşiya edliyeyê ku weke 'Qada Edaletê ya Malbata Şenyaşar' tê binavkirin rûnişt û bi hildana dowîza bi nivîsa "Edalet ji bo her kesî" dest bi nobeda xwe ya îro kir.

Şenyaşar bi bîr xist ku di 24'ê Îlonê roja Înê de çalakiya wan dikeve roja 200'î û bi 200 parêzerî wê daxwazên xwe bînin ziman. Emîne Şenyaşar got, "Li vir zilmê li me dikin. Li vir li me didin, me destgîr dikin. Polîs her gaveke me dişopîne. Nêzî 200 roj in li vir zilmê li me dikin. Bila êdî ev zilm bi dawî bibe, edalet pêk were. Dozgeran deriyên xwe li me girtine, hevdîtinê bi me re nakin. Êdî nikarim li malê rûnêm. Bila roja Înê parêzer hemû li vir bin, çias parêzer hebin, bila agahiyê bidin hevalên xwe, bila bên vê derê. Em li vir 2 kes in, pêwîstiya me bi alîkariya parêzeran heye. Dema ku wan li vir dibînim kêm jî be kêfxweş dibim. Bila bên me li vir kêfxweş bikin."