Dayan ê ku wesayîta zirxî ya polîsên Tirk pê li wî kiribû, jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê wesayîta zirxî ya dewleta Tirk dagirker pê li Abdulgafar Dayan (23) kiribû. Dayan li nexweşxaneyê dema tedawî dibû, jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê wesayîta zirxî ya dewleta Tirk dagirker di 24’ê Çileyê de pê li Abdulgafar Dayan (23) kiribû.

Wesayîta zirxî ya Ranger a polîsên sivîl li ser Pira Kevn a Cizîrê (Rêya Yafesê) pê li Dayan kiribû. Piştî ku Dayan rakiribûn nexweşxaneyê, Dayan li beşa lênihêrîna kûr dihate tedawîkirin. Dayan vê Çarşemê jiyana xwe ji dest da.

Heval û xizmên Dayan li ber nexweşxaneyê kom bûn. Hate diyarkirin wê cenazeyê Dayan li Goristana Asrî ya Cizîrê were veşartin.

Wesayîtên zirxî pê li gelek kesan kirine û kujer nayên darizandin.

Li gorî rapora Şaxa ÎHD’ê ya Amedê ya di Îlona 2021’an de hatibû weşandin, ji sala 2008’an heta sala 2021’an wesayîtên zirxî 20 jê zarok pê li 42 kesan kirine û van kesan jiyana xwe ji dest dane.