Keşeyê Dêra Mor Yakûp hate girtin-NÛ BÛ

Keşeyê Dêra Mor Yakûp Sefer (Aho) Belîçe yê ku li Nisêbînê hatibû destgîrkirin bi îdîaya 'endamtiya rêxistinê û alîkarîkirinê' hate girtin.

Di serdegirtina malan a li taxê bejahî yên bi navê Sêderiyê, Xarabalê û Marînê yên navçeya Nisêbîn a Mêrdînê Keşeyê Dêra Mor Yakûp Sefer (Aho) Belîçe jî di nav de 10 kes hatibûn destgîrkirin.

Keşe Belîçe, Mûsa Taştekîn ê Sûryan û Haşo Dînç û Mehmet Başak piştî îfadeyên wan ji aliyê jendermenya ve hate girtin û şûnde sewqî Edliyeya Mêrdînê kirin. Keşe Belîçe ê li edliyeyê îfadeya wî hate girtin bi îdîaya ‘alîkarî kirina û cihdayîna rêxistinê’ bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Nobedar kirin.

3 kesên din ên îfadeyên wan hatin girtin bi şertê kontrola edelî bê berdan sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh a Nobedar kirin.

Hate ragihandin Keşe Belîçe li ser îfadeya îtirafkarekî û girtenameya ku bi îdîaya ‘endamên rêxistinê ketine manastirê’ ya sala 2018’an ji aliyê jendermeyan ve hatibû amadekirin weke delîl hatiye nîşandan. Wêneyê ku ji esmanan ve hatî kişandin û di girtenameyê de cih digire tevî daxwaza parêzer jî bibînin lê nehate nîşandan.