Daxuyaniyên rayedarên Rojava yên li ser 'SOÇÎ'yê

Hevseroka Konseya Rêvebir a Federasyona Bakurê Suriyeyê ya Demokratîk Foza Yûsif, Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed û Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen têkildarî civîna Soçiyê daxuyaniyên girîng dan.

Hevseroka Konseya Rêvebir a Federasyona Bakurê Suriyeyê ya Demokratîk Foza Yûsif diyar kir ku heke êrîşek li dijî Efrînê pêk were wê ev tişt ji bo Soçiyê bibe tehdîdeke mezin.

Foza Yûsif ji Medya Haberê re axivî û bal kişand ser civîna Soçiyê û got, “Bi giştî li Sûriyeyê pêvajoyeke nû dest pê dike.” Yûsif diyar kir ku biryarên hatine girtin wê di demeke nêz de zelal bibe.

Yûsif got ku, “Li Sûriyeyê ne guherînên xurt, lê dixwazin bi reform û pîneyan meseleyê çareser bikin.”Yûsif diyar kir ku hewl tê dayîn rêveberiya navendî ya Sûriyeyê were parastin û ev tekane xala hevpar a di navbera Îran, Rûsya û Tirkiyeyê de ye.

Yûsif diyar kir ku bi van civînan dixwazin êrîşên li ser Efrînê eşkere bikin lê got, “Ne bawer im ku li ser Efrînê wan li hev kiribin.”

Yûsif got, “Bazara wan didome, lê tehdît jî mezin e” û axaftina xwe wisa domand:

“Heke tiştekî wisa pêk were, ne Soçî dimîne û ne jî tiştekî din. Ev tê wateya îlana şer û Sûriye wê têkeve qonaxeke din. Tirkiye ji bo Efrînê dixwazin di warên din de tavîzan bidin. Heke êrîşî Efrînê bikin wê îstîkrara Sûriyeyê serûbin bibe û wê rewş ji binî ve biguhere. Her kes divê li gorî vê rewşê siyasetê bike.”

EHMED: TU KES JI BO HERÊMÊN QSD’Ê NIKARE BIRYARAN BIDE

Hevseroka Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk Îlham Ehmed jî têkildarî civîna li Soçiyê ya di navbera Tirkiye, Îran û Rûsyayê ji ajansa nûçeyan a ANHA’yê re axivî. Ehmed diyar kir ku tu kes ji bo herêmên QSD’ê nikare biryaran bide.

Îlham Ehmed gotinên xwe wisa domand, “Tu kes ji bo herêmên QSD’ê nikare biryaran bide. Tenê herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de dimîne. Peymana di navbera Tirkiye, Îran û Rûsyayê li ser van herêman e û ji ber vê jî dibêjin ‘peymana siyasî.”

Îlham Ehmed bal kişand ser Kongreya Gelan a ku Rûsya pêşniyaz dike û got, “Gelên Bakurê Sûriyê cihê cihê ji bo Kongreya Soçiyê hatin vexwendin. Rûsya dibêje ku ez ê Rêveberiya Xweser jî vexwînim. Vexwendin heye lê beriya kongre dest pê bike, di saeta dawîn de jî dibe ku guherîn pêk were.”

Ehmed bal kişand ser civîna li Riyadê ya ku di 22’ê Mijdarê de komên mûxalîf hatine ba hev û got, “Hewldana wan heye ku Konseya Bilind were guhertin lê şaşiyên berê hê jî didomin. Hêzên li qadê herî xurt in û xwediyê projeyan e, nayên vexwendin.”

Ehmed têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê jî got ku, “Tirkiye dixwaze êrîşî Efrînê bike û ji bo vî tiştî dikare dev ji her tiştî berde. Lê divê Tirkiye encamên vê êrîşa li ser Efrînê baş bizanibe. Heke Tirkiye êrîşî Efrînê bike wê derbên giran bixwe.”

HEVSEROKÊ PYD’Ê: EM Ê BEŞDARÎ SOÇÎYÊ BIBIN, JI BO CENEVREYÊ DIVÊ NY GAVAN BIAVÊJE

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen ji beşa Kurdî ya Radyoya Dengê Amerîkayê axivî û diyar kir ku ew ê beşdarî Soçîyê bibin. Hesen diyar kir ku, ji bo ew beşdarî civîna li Cenevreyê bibin divê Neteweyên Yekbûyî gavan biavêje.

Hevserokê PYD’ê ji bo kongreya Soçîyê ev tişt got:

“Ji bo Soçîyê vexwendinek heye. Lê me berê jî gotibû. Em ê wekî partî û kes beşdarî Soçîyê nebin. Em ê li ser navê rêveberiyên xweser ên Efrîn, Kobanî û Cizîrê li Soçîyê bin.”