Davût Karasû: Cûntaya faşîst bi şerê çekdarî hate têkbirin

"PKK’ê hêviyên dewletê şikandiye. Armanc û biryardariya PKK’ê li gorî 41 sal berî mezintir bûye. 12’ê Îlonê xwest di demeke kurt de PKK’ê tune bike. Lê belê 41 sal derbas bûn, tune nekir; berovajî, bi xwe ber bi tunebûyînê ve diçe."

Yek ji fermandarên HPG’ê Davût Karasû beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV bû û cûntaya faşîst a 12’ê Îlonê û têkoşîna li dijî vê cûntayê nirxand. Davût Karasû ev nirxandin kir:

“Li ser 12’ê Îlonê 41 sal derbas bûn. Em derbasî sala 42’emîn dibin. 12’ê Îlonê ji bo gelê me bi taybetî ji bo tevgera me çi bi xwe re anî, yan jî ji bo tevger, gel û Rojhilata Navîn bandoreke çawa kir? Ji bo ku ew were fêm kirin divê mirov paşeroj û armanca vê yekê baş bizanibe. Di hişmendiya 12’ê Îlonê de mîllet=artêş heye. Ango her tişt bi artêşê ve tê avakirin û li ser lingan tê hiştin. Artêş weke kiblegeha civakê tê nîşandan. Weke pîroziya millet tê naskirin. Di vê hişmendiyê de eger ku artêş nebe, civak nikare yek deqqe jî bijî û wê tine bibe. Psîkolojiyeke bi vî rengî hat avakirin. Wexta ku gelê Tirk ji Asya Navîn hatiye, hindek bi vî rengî mezin bûye. Heya demezrandina dewleta Tirkiyeyê ew li ser wê bandor kiriye. Bi damezrandina dewleta Tirkiyeyê re bi taybetî ji Osmaniyan û şûnde rengekê nijadperestiyê hat avakirin. Eger ku demokrasî tê xwestin, dewletê demokrasî dide, sendîka be, dîsa dewlet ava dike. Ango bi tenê tiştên ku di bin kontrola Dewletê de tên avakirin, ew tên qebûl kirin. Eger ku tiştek ji bin desthilatdariya dewletê derbikeve, ev yek nayê qebûlkirin. Ji lewra vîn eger ku li cîhekê derketibe, dewleta Tirk çûye ser û perçiqandiye. 

Bi taybet jî ji salên 1950’î û şûnde her deh salê carekê artêş hatiye ser hikum û muxafazakar perçiqandiye. Di 1960’î de jî wisa kirin. Di sala 1970’î de dîsa darbeyekê leşkerî ya bi vî rengî çêbû û di vir de şoreşger hatin darvekirin, perçiqandin û ji hevdu perçe kirin. Di vê demê de lêger û derketina Rêber APO heye. Tevgerên şoreşger ên li Tirkiyeyê hatibûn perçekirin û belav bibûn. Rêber APO xwest li vir cardin kombuyînekê çê bike, nebû. Dîsa li ADYOD’ê Rêber APO xwest rexistinbuyînekê ava bike, dîsa nebû. Her kes perçe perçe bibû. Rêber APO bi tespît û gava ‘Kurdistan bindest e’ bi rê ket û êdî destpê kir. Ji xwe me got, dewleta Tirkiyeyê muxalefetê qebûl nake, eger ku meseleya Kurdan jî bibe rojevekê wê ji wan re bibe pirsgirêk. Ji lewra her xwestin tevgera azadiyê her bi rengekê tine bikin, biperçiqînin. Bi rêya ajanan her xwestiye tevgerê di bin kontrola xwe de bihêle. Lê dema du di 1977 û 1978’an de pevçûnên tevgera azadiyê bi Kurdên noker re qewimîn, diyar bû ku wê her biçe, mezintir bibe. Hê jî di sala 1976’an de rexistina îstixbaratê ya Amerîkayê dibêje: ‘Tevgerên ku di nava Tirkiyeyê de bibin xeteriyekê mezin nînin. Bes tevgera ku Abdullah Ocalan pêşenga vê ye, wê her rojekê bibe xeteriyekê mezin’. Di hêlekê de mezinbuyîna tevgera azadiyê û di hêlekê de jî şert û zirûfên navneteweyî 12’ê Îlonê ji dewleta Tirkiyeyê re ferz dikir. 

Di sala 1979’an de şoreşa Îranê pêk hat. Şoreşa Îranê dema ku pêk hat, destpêk konsolosxaneya Amerîkayê bi dest xist, ango Îran ji bin kontrola Amerîkayê derket. Weke din jî li Afganîstanê şerek diqewimî. Rêvebirên sosyalîstan hene. Şer çê dibe. Ji lewra rêvebirên Afganîstanê ji Rusyayê alîkarî xwestin û bi vî şiklî Rusya, ango Sowyetê mudaxaleya li ser Afganîstanê pêş xist. Afganîstan çû, Îran çû, Tirkiyeyê di hundirê xwe de dikele, di Rojhilata Navîn de tevlîheviyekê heye, ango Baas hukim dike. Lewra Amerîka diviyabû Tirkiyeyê bixe tevgerê. Tirkiyeyê di 60’î û 70’î de hatibû amadekirin. Ji bo şertên 12’ê Îlonê bên avakirin, bi lez û bez cara destpêkê kevneşopiya dewleta Tirkiyeyê ya darbeyên leşkerî hindek hatiye xirab kirin. Destpêk rêvebiriya awarte hat birexistinkirin. Di dawiya Kanûna sala 1978’an de qetlîama Mereşê pêk hat. Ev yek mehekê piştî damezrandina PKK’ê çê bû. Xwestin şertên darbeyekê ava bikin. Hukmê leşkerî bi vî rengî di tevahiyê Kurdistanê de hat birexistinkirin. Dewleta Tirkiyeyê hat amadekirin. Ew mûdaxaleya NATO’yê bû. Armanca wan ew bû ku Dewleta Tirkiyeyê di hundir de were saxlem kirin ji bo ku bibe kûklayekê NATO’yê û ji bo jê re li Rojhilata Navîn xizmet bike.

‘LI HEMBERÎ 12’Ê ÎLONÊ MÊŞEKÊ KU BIFIRE NÎNE, JI DERVEYÎ PKK’Ê’

Girtina hevalê Kemal Pîr mijar hindek bi lez kir. Di 12’ê Tebaxa 1980’an de hevalê Kemal Pîr qezayekê derbas dike, wisa tê girtin. Belgeyek li ser wî derket. Di belgeyê de behsa destpêkirina şerê gerîla û grûbên ku çûne Semsûr, Dersimê û Botanê tê kirin. Hevalê Bedran ango Mehmet Sevgat li Semsûrê, Hevalê Egîd li Botanê, Hevalê Delîl Dogan li Dersimê pêşengtî dikirin. Dema ku ew belge li ser hevrê Kemal dikeve destê dewleta Tirk, darbe bi lez û bez êdî destpê kir.

Piştî bûyerê bi mehekê, di 12’ê Îlonê, saet 4’an hukmê leşkerî destpê bû. Li tevahiyê Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê kontrola leşkerî hat destpêkirin. Yekê ku li beramberê dewleta Tirk fîşekekê biteqîne tune bû. Tevgerên çepgir ên Tirk ji xwe ne alîgirê şerê çekdarî yê li dijî dewletê bûn. Ji xwe hin ji wan digotin ‘em artêşa dewletê jî birexistin bikin û wana bikşînin milê xwe’. Tevgerên Kurd jî tenê li pey rêyên asfalt, av û hwd bûn. Ango barê vê pêvajoyê dimîne li ser milê PKK’ê.

Heya vê çaxê jî şerê hevalan ê bi artêşa dewletê çê nebibû. Tenê carekê, di 28’ê Adara sala 1980’î de artêşa Tirk operasyonek li beramberê herêma Şkestûnê pêk anî. Wê demê şerekê derket. Hevalê Selman Kemal Cemal li vir bû. Di dema xwe parastinê de serpelek, serçawişek, leşkerek hatin kuştin. Ew bûyer bibû rojeva esasî li Tirkiyeyê. Şerê li beramberê artêşê berê nehatibû dîtin.

12’ê Îlonê dema ku hat ser hikum, kesekê ku bikaribe li ber xwe bide tune bû. Perçiqandin, her kes hate  perçiqandin. Li Kurdistanê PKK heye, lê hê jî amadekariyên xwe bi giştî temam nekiriye. Hevalên ku di hundir de jî bûn, paş ve hatin kişandin. Ji lewra 12’ê Îlonê bi astengeke mezin re rû bi rû ne hat. Di aliyekî din de şerê Îran û Iraqê bi sorkirina Amerîkayê ve hat destpêkirin. Ew piştî 12’ê Îlonê bi deh rojan, ango 22’ê Îlonê de hat destpêkirin.

Li beramberê 12’ê Îlonê mêşekê ku bifire nîne, ji derveyî PKK’ê. Armanca 12’ê Îlonê ya sereke ew e ku Amerîka bibe Biryargeha Rojhilata Navîn da ku Rojhilata Navîn ji kontrola wan dernekeve. Armanc yek jî ew e ku Kurd bêstatu were hiştin. Armanc ew in. Çima NATO û Gladio vê dixwaze? Li Lozanê ev yek hatiye qebûl kirin, her kesekê jî îmzaya xwe daniyê binî; Kurd nîn e. Tirkiyeyê heye, Iraq heye, Suriyê heye, Îran heye. Li vê derê weke mîlletekê Kurd nîne. Eger ku milletê Kurd bê qebûl kirin, divê sînor bên guhertin. Ango peymana Lozanê divê were rakirin. Naxwe divê Kurd cardin serê xwe raneke. Di hundir de hedefa mezin, perçiqandin Kurda ye. Her bajarek, her gundek, her taxek, her dibistanekê û heya mizgeft bûn cihên êşkenceyê. Her kesekê ku bêhna Kurdiniyê jê tê, di êşkenceyê de derbas dibe. Bi vîn û ehleqa wan tê leyistin. Teslîmiyetê bi tenê jî qebûl nake. Divê îxanet were kirin, divê nasnameya Kurd bi giştî bê înkar kirin. Ev yek li ser zindanan hat ferzkirin.

‘BI BERXWEDANA ZINDANAN RE VÎNA 12’Ê ÎLONÊ HATE ŞIKANDIN’

Serketina vînê bi rastî jî di kadro û pêşengên PKK’ê de derket holê. Em li vir behsa eniya zindanan dikin. Di eniya zindanan de bandorekê mezin li ser tevahiyê tevgera azadiyê hat kirin. Yek, di 21’ê Adara sala 1982’an de hevalê Mazlum Dogan, di 17’ê Gulana sala 1982’an de hevalê Ferhat, Necmî, Eşref, Mahmud û 14’ê Tirmeha sala 1982’an de ya ku bû roja şerefa neteweyî rojiya jiyanê hevalê Xeyrî, Akîf, Kemal, Alî. Di van rojan de derbeke gelekî giran li dewletê hat xistin. Balyoza herî mezin belkî jî ji aliyê hevalê Mazlum hatiye xistin. Vîna 12’ê Îlonê hat şikandin. Ew berxwedana îradeyê bû. Belkî leşker nehatin kuştin, artêş di cepheyekê de jî nehat xistin lê vîn dikare li beramberê xwe vînekê bişkîne. Ew serketinek bû û bîr û baweriyekê xurt xuliqand.

Bi keda Rêber APO amadekariyên şerê çekdarî jî dihatin kirin. Ji sala 1980’î heya 1984’an amadekariyên bi vî rengî dihatin domandin. Di encamê de 15’ê Tebaxa sala 1984’an fîşeka yekem hat teqandin. Bi 15’ê Tebaxê re dîrok hat guhertin. Yên ku digotin ‘li beramberê dewleta Tirk fîşek nayê teqandni’ vala derketin, pîroziya dewletê hat têkbirin. Ew perde hat rakirin. Hat ispatkirin ku li beramberê dewletê şer dikare were kirin. Beriya vê yekê PKK’ê yekser artêşê hedef negirtibû.

‘15’Ê TEBAXÊ DÎROK NIVÎSAND’

Teqandina fîşekê tê maneya ‘ez heme, ez şer îlan dikim’. Bêguman dewleta Tirk vê qebûl nake. Bi hemû hêza xwe hat ser. Di sala 1985’an de êdî NATO mudaxale kir. Piştî 15’ê Tebaxê dewleta Tirkiyeyê digot ‘ez ê di 24 saetan de biqedînim’. Lê her ku diçe artêşê zêdetir windahiyan dida. Psîkolojiya artêşa Tirkiyeyê xira bû. Di aliyekî din de bîr û baweriya civakê ji nû ve hat avakirin. Gerîla weke melyaket hat dîtin. Ew di nava millet de kelecan û moralek da çê kir. Hestên serhildanê ava bibûn. Gelê me berxwedanê dît.

Mudaxaleya NATO’yê bi cerdevantiyê çê bû. Di sala 1987’an de rewşa awarte jî li Kurdistanê hat îlan kirin. Ango artêşa taybet hat ragihandin. Artêşa klasîk êdî têrê nedikir. Ew jî têrê nekir, kontra hatin birexistin kirin. Ew têrê nekir hêzên xençera hatin avakirin. Piştre kontra gerîla hatin avakirin. Ango çetebûyîn li nava dewleta Tirk hat pêşxistin. Lê herî dawî derket holê ku aboriya dewletê jê re têrê nake. Ew artêşa ku weke xweda dihat dîtin, beqiymet ma. Li beramberî vê qiymeta gerîla her diçû zêdetir dibû. Gerîla bû tercîha ciwanan. Di 1988’an de xwestin gel parçe bikin, ne bû. Di sala 1989’an de xwestin qetliaman bikin da ku di nava gel de teredutê çê bike û gundan perçiqîne. Ew jî ne bû. Heya 14’ê Adara 1990’î gerîla rolekê gelek mezin leyist. Dewleta Tirkiyeyê ji armanca 12’ê Îlonê nehişt ku bigihêje armanca xwe. Gerîla li pêşiya hişmendiya 12’ê Îlonê bû astengiyek mezin.

‘GERÎLA MEZIN DIBE, GEL RADIBE SERHILDANÊ’

Di 13’ê Adarê de li Stewrê 13 heval hatin şehîdxistin. Yek jê hevalê Kamûran bû. Hevalê Kamûran ji Nisêbînê bû. Cenazeyê hevalê Kamûran dema ku anîn Nisêbînê, serhildana gel li vir destpêbû. Dijmin bi hêzêkê mezin hat ser. Gel jî li ber xwe da. Di 14’ê Adara 1990’î de ew çê bû. Bersiv ji Cizîrê hat. Di 16’ê Adarê de Cizîr rabû li ser lingan. Bi tank û topan çûn li ser Cizîrê. Serhildanên gel êdî derbasî hemû welat bûn. Li Amedê êdî bi sed hezaran rabûn li ser piyan. Kelecanekê pir mezin ava bû. Çalakiya hevala Zekiye Alkan li ser sûrên Amedê pêk hat. Dewleta Tirk dît, nikare pêşî li têkoşînê bigire. Biryar standin û paş de gav avêtin. 12’ê Îlonê negihişt armanca xwe.

Di salên 1991 û 1992’an de xwestin bi rengekê siyasî bixapînin. HEP hat avakirin. Weke alternatîfekê ji aliyê dewleta Tirk ve hat avakirin. Rêber APO mudaxale kir. Got: ‘herî kêm bila millet bikeve nav û bixe destê xwe.’ ARGK di hêlekê de mezin dibû. Ji xwe şerê îxanetê jî hat destpêkirin. Em divê ji bîr nekin, dewleta ku di dîrokê de her li kêleka Tirkiyeyê bû, Elmanya bû. Him di hêla leşkerî û him jî di hêla siyasî de her pişgiriyekê mezin da û heya roja îro jî dide. Emerîka, Îngîltere jî wisa. 1992 û 1993 hewldana Ozal hebû. Agirbesta destpêkê hat çêkirin. Ozal ji holê hat rakirin, hat kuştin. Rêber APO ev yek yekser tespît kir. Ji ber ku di 17’ê Nîsana 1993’an de ji nişka ve mir. Ew pêvajo bi vî rengî hat xirakirin û şerekî gelekî dijwar destpê bû. Di Hezîrana 1993’an de şer hat destpêkrin û heya ku komplo pêk hat, di nava me de jî pratîkên tasfiyekar pêk hatin. Herdu jî hindek ji rêya xwe hatin derxistin. Rêber APO her xwestiye wana têxê xetê. Lê yên weke Şemdîn, Botan, Ebû Bekir hene.

‘BI KOMPLOYAN XWESTIN PKK’Ê TASFIYE BIKIN’

Bi komploya navdewletî gotin qey gihîştine armanca xwe. Di komploya li ser Rêbertî de dewleta Tirkiyeyê ne zêde xwedî rol e. Yê ku teslîm kiriye îstîxbarata Emerîka, ya Îngîtere û ya Îsraîlê ye. Dewleta Tirkiyeyê bi tenê rola gardiyantiyê daniye ser milê xwe. Xwestin êdî bigihêjin armanca xwe. Di navbera 1999 û 2004’an de, ango di pêvajoya agirbestê de pir hewldanên wan çê bûn. Di 2004’an de carekê de xwe komkirina ser hev hat çê kirin. Di 1’ê Hezîrana 2004’an carekê din pêvajoyekê şer destpêbû. Ew di eyara 15’ê Tebaxê de ye. Di navbera herduyan de 20 sal derbas dibin. Lê belê di vê eyarê de ye. Her kes di vê hewayê de bû, digotin qey wê PKK cardin fîşekê nateqîne.

‘NEGIHÎŞT ARMANCA XWE’

Heya roja me ya îro nêzî armanca xwe nebûn. Ji xwe di armanca xwe de jî ti guhertinê çê nekirine. Berî artêş pîroz bû, vê gavê bûye paspas. Di artêşê de çi guhertin çê bûn? Destpêkê jenderme, şûnde tîmên taybet, şûnde joh-poh- ayşecîk û hwd. Herî dawiye gihîştiye leşkerên ji bo pereyan şer dikin. Ew hêza dewleta Tirkiyeyê, artêşa wî ya 1 mîlyonî ya ku cîhanê dihejand, ew îtîbara wî nemaye. Lê ji ber ku dest ji armanca xwe bernedan, xeteriyekê mezin li ser gelê Kurd heye. Êdî weke ku qumarê dileyizin, wisa lê hatine. Dewlet dîsa nîjadperestiyê dide pêş, dixwaze gelan bi gelan bide qirkirin. Weke bûyera ku li Konyayê pêk hat. Ew destpêka wê ye.

12’ê Îlonê negihîşt armanca xwe. Dewlet paşeroja xwe rohnî nabîne. PKK’ê hem hêviyên dewletê şikandiye. PKK’ê bi guhertina stratejiyê armanca xwe mezintir kiriye. Berê bi tenê Kurdistaneke rizgarkirî dihat xwestin. Îddeaya PKK’ê li gorî 41 sal berî mezintir bû, armanca xwe mezintir bûye. 12’ê Îlonê xwest demkurt tune bike. Lê belê 41 sal derbas bûn, tine nekir, berovajî, bi xwe ber bi tinebûyînê ve diçe.”