Daristana Xozatê di roja 5’an de jî dişewite

Şewta li daristana Xozat a piştî ku leşkerên Tirk derketin operasyonê pêxistin, di roja 5’an de jî dewam e.

Şewata piştî operasona leşkerî ya 9’ê Gulanê li devera Amûtka ya herêma Xozat a Dersimê ji aliyê leşkeran ve hate pêxistin û şûnde, hê jî dewam dike. Ji ber nemudaxeleyê her diçe nerazîbûnên derdor jî zêdetir dibin.

Li hemberî nerazîbûnên derketin Midûrê Giştî yê Daristanê îdîa kir ku ‘nûçeyên şewatê nerastin’. Her çendî Walîtiya Dersimê jî daxuyaniyek dabe û diyar kir ku şewat li daristanê nîne jî, li gel vê jî şewata berî 5 rojan derketî hê jî didome.

Rojnamevanên çûn herêma şewat lê, li ser medyaya dijîtal dîmen û wêneyên şewatê parvekirin. Rojnamevanê li herêmê dijî Şaşar Sezgîn ev got: “Em niha li devera Amûtka ya navçeya Xozat a Dersimê ne. Şewata li qadê hê jî didome. Gelke sazî û rêxistinên civakî ji bo vemirîna şewatê parvekirinê dikin. Dîmenên wê parve dikin. 5 roj in şewat didome. Her çendî sibeha zêde neyê dîtin jî, lê bi saetên ber bi şevê ve diçe, demê herî germ agir pê dikeve û belav dibe.