Darbeya 4’ê Mijdarê hate protestokirin: Darbekar têk diçin, HDP geş dibe

HDP’yiyan darbeya 4’ê Mijdarê protesto kirin û diyar kirin ku desthilatdariya AKP û MHP’ê li ber têkçûnê ye.

HDP’ê darbeya 4’ê Mijdara 2016’an protesto kirin. Di çalakiyan de hate diyarkirin ku desthilatdariya AKP û MHP’ê li ber têkçûnê ye û HDP jî bi berxwedanê hêza xwe mezintir dike.

AMED

Rêxistina HDP’ê ya Amedê li Xezal Parkê daxuyanî da. Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, rêveberên bajar û navçeyan ên HDP’ê, Alîkarê Hevserokê Giştî yê ESP’ê Baycan Taşkiran, nûnerên saziyên sivîl jî di nav de gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Hevserokê HDP’ê yê Bajêr a Amedê Zeyyat Ceylan di çalakiyê de axivî û got “Armanca sereke ya darbeyê, dîlgirtina siyaseta demokratîk e  û tê xwestin daxwaza gelan a ji bo wekhevî, azadî û aştiyê tune bikin. Di hemû serdeman de bi hincetên cihê ev operasyon li hemberî partiya me hatine kirin û armanca hevpar a van operasyonan ev e ji ber ku li hemberî faşîzma li Tirkiyeyê îtîrazeke me ya rêxistinkirî heye û em hêza civakî û siyasî ne, dikarin li jiyana hevpar û azad a gelan ava bikin.

Dema ku em hatin destgîrkirin, hatin girtin, avahiyên me yên partiyê û mîtîngên me hatin bomberdûmankirin, şaredariyên me hatin desteserkirin me got ne HDP wê faşîzm têk biçe. Di vê pêvajoyê de kesên di ji bo ku çareserî pêk neyê israr kirin têk diçin û partiya me li ser xwe ye, bûye hêviya gelên Tirkiyeyê. Desthilatdariya AKP û MHP’ê bi şer û operasyonên tasfiyeyê yên li hemberî siyaseta demokratîk dixwaze temenê xwe dirêj bike. Li hemberî vê desthilatdariyê avakirina xeta têkoşîna civakî û siyasî wekî duh îro jî bingeha hebûna me ya siyasî ye.”

Ceylan diyar kir ku wê li hemberî tasfiyeya siyaseta demokratîk bêtir li ber xwe bidin û têkoşîna xwe ya rêxistinî û siyasî bidomînin.

RIHA

Li avahiya partiyê ya Rihayê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Ziya Çalişkan axivî û got, "5 sal piştî darbeya siyasî ya 4'ê Mijdarê em careke din dibêjin; em ê ti carî teslîmî operasyonên zilmê nebin. Em soz didin gelê xwe ku têkoşîna ji bo demokrasî, aştî û azadiyê bi biryardarî bimeşînin."

MÊRDÎN

Darbeya 4'ê Mijdarê li navçeyên Artûklû, Qoser, Nisêbîn, Mîdyat, Stewr, Kerboran, Mehsert, Dêrik û Şemrexê bi daxuyaniyan hate şermezarkirin. Li navçeya Artûklûyê li ber avahiya partiyê ya HDP'ê pankarta bi nivîsa "Na ji darbeyên siyasî re" hate hildan û dirûşma "Zext nikarin bi me" hate qîrîn. Hevserokê HDP'ê yê navçeya Artûklûyê Bekîr Dag diyar kir ku HDP li dijî êrişan li ber xwe dide û wê vê têkoşîna xwe dewam bike. Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglû jî destnîşan kir ku gel bi bexwedana xwe êrişan têk dibe.

ŞIRNEX

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî gelek kes li ber avahiya partiyê li hev civiyan û daxuyaniyek dan. Beriya daxuyaniyê avahiya partiyê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Sabûha Akdag diyar kir ku li gel êrişan jî HDP têkoşîna xwe dewam dike.